Temellî: Tolê ji Bekir Kaya digirin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, destnîşan kir ku nêzîkatiyê tolhilgiriyê ji Bekir Kaya yê ji aliyê AKP’ê ve rehîn hatiye girtin tê kirin û got: “Bang li her kesê dikin ku xwedî li hemû hevalên me yên ji van dozan tê darezandin derbikevin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî tevlî rûniştina doza Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya yê ku li Wanê pêk tê bû. Temellî piştî doza ku Parlementerên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç, Bedîa Ozgokçe, Mûazzez Orhan li gel rêveberên HDP’ê û DBPê şopandin û şûnde ev tişt gotin:

“Bekir Kaya bi sûcên ku ti eleqeya xwe bi wî re nîne tê sûcdarkirin. Ti rastiya van sûcan nîne. Weke hemû dozên hevalên me em li vir jî heman pêkanîn hene.”

Temellî anî ziman ku ev doza şerma Tirkiyeyê ne û ev tişt got: “Çêkirina goristan, veşartina mirovan weke sûc hatine nîşandan û li îdanameyê hatine zêdekirin.”

Temelî got: “Darezandin nîne, desthildat bi şêwazê tolhilgirtinê êrîş dike. Bang li her kesê dikim ku xwedî li van hevalên me yên ku ji van dozan tên darezandin derbikevin.