Temellî: Li Lîcê sûc tê kirin, lê teslîmyet nabe!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê bi heyetekê re çû Lîcê, anî ziman ku li navçeyê sûcekî mezin tê kirin û got: “Lice li ber xwe dide û qet vîna xwe radest nake.” Temellî bibîr xist ku destgîrkirin û girtin kampanyaya Erdogan e.

Heyete ji Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê Berdan Ozturk, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît û parlamenterên HDP’ê pêk tê, piştî gehiştin navçeya Lîcê ya Amedê, derbasî avahiya HDP’ê bûn. Şandeyê li vir bi endamên partî û waltiyan re hatin gelhev.

‘DESTGÎRKIRIN Û GIRTIN KAMPANYAYA ERDOGAN E’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li vê derê axistina kurt kir. Temellî, bal kişand ser operasyonên navenda wê Amed û wiha got: “Daraz bi fermana siyasete biryar dide. Di winda civakê de ticihekê van biryaran tineye. Em bang li hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn, dikin ku li hemberî pêvajoyê bi hestiyarî tevbigerin. Ev kampanyeya AKP’ê ye. Ev kampanya dispêre tindî û zilmê. Ev kampanya dispêre dijminantiya li dijî HDP û Kurdan. Carek din derket holê ku, bi êşkencê û êrîşan operasyonan pêk tînin. Em ê hesabê van hemûyan bipirsin. Hêzên ewlekariyê yên dewletê, peywira wan ew ku gel biparêzin. Lê ev peywira xwe ji bîr kirine, ketine bin fermana qesrê û terorê li ser gelê me dimeşînin. Qet ji bîr nekin emê bi pıstûka we ve bimînin.”

‘LICE VÎNA XWE TESLÎM NAKE’

Temellî, di derbarê qedexeya derketina derve ya li Lîce hat îlankirin de jî axivî û wiha bilêv kir: “Îro li Lîcê sûcê herî mezin tê kirin. Ji sala 1925’an ve ev sûc tê kirin. Ev sedsaleke ev sûc tê kirin. Mirov tên qetilkirin. Em niha bi tabloyek nû re rû bi rû ne. Ligel van hemûyan jî Lîcê ti carî teslîmê vîna siyasî nebû û wê nebe. Ev desthilatdar ji bilî şikandina vîna gel tiştekê din nake. Xebatên hilbijartinê jî tîne vê yekê ve girê dide.”

‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE JI WAN BISTÎN IN’

Temellî, di dewama axaftina xwe de behsa rojeva hilbijartina herêmî jî kir û wiha pêde çû: “Qeyûm wezîfedarî şaredariyên DBP’ê kirin. Bi qeyûman êrîşî vîna vî gelî kirin. Mirov li cihên dijîn û hatin dinê, xwestin bi vîn û daxwazên xwe rêveberiyên xwe bi rêve bibin. Gotin em ê xwe û bajarê xwe bi rêve bibin. Niha wisa dizanin ku bi qeyûman, şaredarî ji me standin e. Lê nizanin ku wan tenê avahiyên şaredariyan dagirkirine. Em ê wan avahiyan jî di meha Adarê de ji wan bistînin. Em ê betonên li hemberî wan jî rakin. Em ê cardin gel bixin van şaredariyan. Wê gel bi xwe bajarê xwe bi rêve bibe.”

‘QEYÛM TIŞTEKÊ NADE GEL’

Temellî, banga li beşên civakê yên Tirkiyeyê jî kir ku beşdarî têkoşîna bi rêve dibin, bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Qeyûm tiştekê nade we. Hemû cihên çûyînê kirine beton. Wisan hêvî dikin ku bi qetilkirina mirov û xwezayê wê hebûna xwe ava bikin. Bes em ê welat ji vê şermê rizgar bikin. Aboriya welat têk çûye. Siyast dinava krîzê deye. Li dijî van hemûyan emê bi civaka xwe re têbikoşin û êrîşan têk bibin.”

Piştî axaftina Temellî, şandeya HDP’ê ji welatî û endamên partiyê, têkildarî binpêkirinên mafan ên di dema operasyona leşkerî ya çolterên navçeyê hat destpêkirin de hat jiyîn, agahî girtin.

heyet piştre çû serdena dikandarên navçeyê û wê piştre civîna çapemeniyê pêk bîne.