Temellî: Heta ku demokrasî pêk neyê xizanî naqede

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî bi rêxistinên karsazan ên li Amedê rûnişt. Temellî diyar kir, pirsgirêka demokrasiyê kiriye ku gel xizan bibe.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî bi nûnerên rêxistinên karsazên li Amedê rûnişt. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli, Hevserokên HDP'ê yên Amedê Hulya Alokmen Ûynaik û Zeyyat Ceylan, Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, Serokê Meclîsa DTSO'yê Celalettîn Bîrtane, nûnerên Borsaya Bazirganiyê ya Amedê (DTB) û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civînê bûn.

Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya diyar kir, gelekî girîng e ku di navbera civaka sivîl a herêmê û siyasetê de mejiyekî hevpar bê avakirin. Kaya destnîşan kir, rola HDP'ê ya di demokratîkkirina Tirkiyeyê de gelekî girîng e.

Temellî jî bi bîrxistina encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re bal kişand ser girîngiya mejiyê hevpar û destnîşan kir, li Tirkiyeyê bêyî demokrasiyê ti pirsgirêk çareser nabe.

Temellî got, "Me jî bang vê tifaqa demokrasiyê kir. Bersivên erênî ji bo banga me hat dayîn. Di pirsgirêka Kurd de israr kirin, wê tu pêşketinan bi xwe re neyîne. Êdî pirsgirêka Kurd ne ew pirsgirêke ku desthilatdar karibe çareser bike. Pirsgirêka Kurd bi beşên civakê dikare bê çareserkirin."

Temellî destnîşan kir ku wan dest bi xebatek nû ya Destûra Bingehîn  kirine û got, "Destûra Bingehîn hevpeymana civakî ye. Em ê Destûra Bingehîn a Nû ji her kesî re vebêjin. Divê her kes fikrên xwe diyar bikin."

Temellî diyar kir ku reforma darazê yek ji sernavên destûra bingehîn a herî girîng e û got, "Li Tirkiyeyê, êdî gelek pirsgirêk kronîk bûne. Li girtîgehan nêzî 5 hezar HDP’î hene. Her wiha rojnamevan  û akademisyen hene. Mirov ji cih û warên xwe hatin kirin. Niha nêzî 500 hezar mirov bi şertê kontrolê re li derve dijîn. Di vê mijarê de rolên girîng dikevin ser milê civaka sivîl. Me li Meclîs ev anîn ziman. Lê Meclîs dibin kontrolê de ye. Polîtîkayên aborî yên şaş, Tirkiyeyê xizan dike. Pirsgirêka demokrasiyê, di heman demê de pirsgirêka aboriyê ye."

Civîn didome.