Temellî: Heke tecrîd ranebe wê hemû welat mehkûmî tecrîdê be

Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku heke tecrîdkirina Ocalan ranebe wê hemû welat mehkumî tecrîdê bibe. Temellî got, “Êdî tecrîd li her derê ye!”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê 2’em Kongreya xwe ya Awarte li Salona Tesîsên Demirokê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, nûneren saziyên demokratîk, Meclîsa Dayikên Aştiye, rêveberên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û nûnerên gelek partî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Kongre, bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, anî ziman ku îro li erdnigeriya êşên mezin lê jiyaye, îro feraseta ku bi şer û zilmê xwe li ser piyan dihêle hewl dide desthilatdariya xwe bi şer berdewam bike û wiha got: "Ev feraset hêj polîtîkayên xwe yên şer û cudakariyê berdewam dike. Di şertên azadiyê de, dayik cenazeyên zarokên xwe nabînin. Lê di vê pêvajoya me de zarok, cenazeyên dayik û bavê xwe nabînin. Zarok, beriya dayik û bavan diçin gorê. Em êdî naxwazin zarokên xwe têxin axê. Em dibêjin em dawî li vî şerî û vê zilmê bînim. Em silavên xwe ji Leyla Guven re dişînin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, 186 roj in ji bo tecrîd bi dawî bibe diqîre. 186 roj in bang li cîhanê dike. Ne tenê Leyla Guven, bi hezaran berxwedêrên ketine çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê îro diqîrin û dibêjin bila tecrîd bi dawî bibe. Em jî dibêjin bila tecrida li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe." 

 'MUXATABÊ MESELEYÊ BIRÊZ OCALAN E'

Temellî, anî ziman ku muxatabê aştiyê heye û wiha berdewam kir: "Hûn bi înkara muxatabê aştiyê nikarin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ger ku hûn aştiyê li vi welatî dixwazin, divê hûn meseleya Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin. Muxatabê vê meseleye Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê divê tecrîd rabe. Niha hemû Tirkiye di ben tecrîdê de ye. Êdî tecrîd li her derê belav bûye. Îro Leyla Guven û bi hezaran girtî j bo balê bikişînin ser vê yekê ketin grevê divê êdî hûn vê yekê bibînin û gavan bavêjin. Dawî li vê bê hiqûqiyê bînin. Em dibêjin bila bi rêk û pêk parêzer bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin."

BILA LI GORÎ PÎVANÊN HIQUQÊ PARÊZER HEVDÎTINAN BIKIN

Temellî, helwesta Serokê MHP'ê Devlet Bahçelî ya der barê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Bila parêzer hevdîtin bikin" de jî axivî û wiha got: "Êdî her kes pêwîstiya vê tîne ziman. Vê berxwedanê bandorek mezin kiriye. Em jî dibêjin bila parêzer biçin hevdîtin bikin. Lê divê li gorî hiquq û nîzamekê be. Tenê bi gotinê nabe. Di 2'ê Gulanê de parêzeran hevdîtin kir. Em hîn bûn ku tecrîda heyî pir giran e. Mafê ragihandinê jî ji destê wan girtine. Birêz Ocalan nikare nameyan jî binivîse. Em naxwazin 30 kesên ketine rojiya mirinê, jiyana xwe ji dest bidin. Di 2'ê Gulanê de danezana hevdîtinê hat. Di wî danezanê de naveroka hevdîtinê diyar e. Hêzên têkoşîna civakî û tekoşîna demokrasiyê didin, ger mil bidin hev, dikarin vê tecrîdê rakin û dawî li vê rêyê bînin. Armanca me aştî û demorasî ye. Ji ber vê yekê em dibêjin bila ev zilm û kuştin bi dawî bibe. Ger ku em hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiye mil bidin hev û li dijî tecrîdê derkevin, em dikarin dawi li vê yekê bînin. Ger ku em aşti û demokrasiyê dixwazin wê demê divê em bi hevre dengê xwe bilind bikin. Divê em deng bidin dengê Leyla Guven û hezaran girtiyên din. 4 sal in bê hiqûqî û bê edaletî li vî welatî heye. Dewlet, bi KHK’yan tê rêvebirin. Pergala OHAL'ê ava kirin. Em li dijî şer û zilmê bang li hemû gelê Tirkiye dikin. Em bang li hemû kedkar û jinan dikin ku li dijî faşizmê mil bidin hev û bi hevre têbikoşin.

YUREK: ÇIMA VÊ ZILMÊ LI DAYIKÊN KURDAN DIKIN

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nazime Yurek jî di kongreyê de axivî û wiha got: "6 meh in çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike. Ciwanên Kurd ji bo jiyanek bi rûmet têdikoşin. Ciwanên Kurd li hemberî vê, berdelê pere û tiştekî din naxwazin. Ji bo azadiya vê axê û demokrasiyê canê xwe didin. Divê em li van ciwanan xwedî derkevin. Zilma li zarokên me tê kirin em jî qebûl nakin. Heta tecrîd li ser Ocalan, zarokên me û hemû gelan ranebe, em bêdeng nabin. Çima em tên tecrîdkirin. Çima vê zilmê li dayikên kurdan dikin. Ez dayik im. Ez dayikek kurd im EM ciwanên bi rûmet anîn ser vê axê."  

Piştî axaftinan raporên maliyê û xebatê hatin xwendin û hilbijartin pêk hat. Piştî hilbijartinê ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Uyanik Alokmen hatin hilbijartin. Zeyat Ceylan piştî ji sedî 70 ji bo hevşaredarê Rezan hat hilbijartin bi hinceta KHK'î ye mazbata nedan wî. Hulya Alokmen jî piştî ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat hilbijartin bi heman hincetê mazbata nedan wê jî.