Temellî: Em serî li ber desthilatê natewînin!

Hevserokê HDP’ê Temellî da xuyakirin ku operasyonên qirkirina siyasî kampanyaya hilbijartinê ya AKP’ê ye û got: “ Çi dikin bila bikin, em serî li ber vê desthilatê natewînin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî tevlî civîna gel a Rêxitina Bajarê Şirnexê bû. Temellî bûyerên di rojevê de nirxand, bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên 2019’an û got: “Em ê hemû şaredarên xwe bigirin. Hûn nikarin şaredariyên gel bikin qereqol. Vîna 40 salî ya vî gelî ev der e. Botan e, li pêşiya hemû gelên Tirkiyeyê ye. Vê dizane ji bo wê ji sibehê heta êvarî radibin bi tirsê gefan dikin.”

‘BIRYA YA ME YE, EM Ê BAJARÊN XWE BI RÊ VE BIBIN’

Temellî destnîşan kir ku werin ba hev ku dawiya vê hişmendiya yekparêz a qesrê bînin û got: “Werin deng bidin vê bangê, li dijî faşîzmê têkoşînê bilind bikin. Em dizanin hilbijartin ne xilasiye, lê hilbijartin ji bo têkoşîna me xaleke girîng e. Gotin, raye û biryar wê ya me be, em ê bajarên xwe jî bi rê ve bibin. Em ê li her derê têbikoşin û em ê welatê xwe û komara xwe jî bi hev re ava bikin.”

‘DAHATA WELAT DIÇE ŞER’

Temellî bal kişand ser mezaxtinên ji bo şer û got: “Heta ku em mezaxtineke zêde ji bo şer, hetra em S-400 û SÎHA’yan bigirin wê aramî û aştî li vî welatî pêk neyê.”

Hevserok Temellî bibîr xist ku desthilata AKP’ê ji şer, dijminahî û nefretê hêzê digire û wiha dom kir: “Bi vî rengî xwe li ser lingan digire û dewlemend dibe. Hebe nebe dibêjin şer. Ev şer li hemû herêmê û Rojhilata Navîn belav bûye. Çareseriya vê bi vîna gel dibe. Divê pêşiya vê bê vekirin.”

Temellî bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKP’ê ya li ser Sûriyeyê û got: “Fransa, Elmanya, Rûsya û Tirkiye li ser mase kom dibin û di derbarê siberoja Sûriyeyê de biryaran digire. Divê Sûriye bi xwe biryara xwe bide. Gelê Sûriye divê di warê siberoja xwe de biryar bide.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî da xuyakirin ku ketina Efrînê ya Tirkiye ji dijminahiya desthilata AKP’ê ya ji bo Kurdan tê û ev tişa anî ziman: “Ji bo vê ketin Efrînê. Niha jî çav dane Rojhilatê Firatê. Bi şer hemû mafê mirovan ji destan tên girtin.”

DESTGÎRKIRIN KAMPANYAYA HILBIJARTINÊ YA AKP’Ê YE

Temellî qala girtin û destgîrkirinê jî kir û got:“Ji 31’ê Adarê re hindik ma, me kampanyaya xwe da destpêkirin. Em bang li her kesî dikin ku em bi hev re têbikoşin. Walî, kaymakam û gerînendeyên emniyetê jî dest bi kampanyayê kirine. Kampanyaya wan a li hemberî me, wekî her carê zilm e. Li Amed, Qers û Şirnexê hevalên me hatin destgîrkirin.

Li hemberî wan em ê tu carî bi paş ve gavan biavêjin. Em ê bersiva wan di 31’ê Adarê de bi awayê herî xurt bidin. Me soz daye hevalên xwe, em ê soza xwe ya li hemberî wan bi cih bînin.

SOZA ME JI OCALAN RE HEYE

Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan em ê şev û roj bixebitin. Vê tecrîda ku heyî li dijî demokrasî, aştî û mafên mirovan e.

Heke doza Kurdan were çareserkirin wê li Rojhilata Navîn kêşeya demokrasiyê jî were çareserkirin . Ev heqîqetek e. Kesên ku li dijî vî tiştî tevbigerin ew ê zilm û hejariyê bînin welat. Divê em hemû guh bidin dengê heqîqetê. Divê hemû gelên Tirkiyeyê û mûxalefet bihistyariya hewce nîşan bide û ji bo çareseriyê înîsîyatîfê werbigire. Vê desthilatdariyê heyî xwe li ser kêşeyan ava kiriye. Heke gel werin ba hev ew ê ev kêşe di demeke kurt de were çareserkirin.”