Temellî: Em ê vî welatî ji AKP-MHP'ê rizgar bikin!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Qersê axivî û diyar kir, di bingeha bêhiqûqiyê de tecrîd heye. Temellî got, "1'ê Nîsanê destpêka rojên ronî û hêviyê ye."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta mîtîng û hevdîtinên gel ên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê li bajarê Qersê da. Di hevdîtina gel de ya li ber avahiya HDP’ê ya Qersê, ligel hewaya sar jî, zarok, jin, ciwan, pîr, kal û bi sedan kes beşdar bûn. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li pêşiya bajêr ji aliyê Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca bi konvoyek bi dehan wesayîtî hate pêşwazîkirin. Temellî bi konvoyê re ket navenda bajêr û li ber avahiya partiyê bi berzkirina dirûşme û tililiyên gel hate pêşwazîkirin. 
 
‘ROJ JI ROJHILAT HILTÊ’ 
 
Welatiyên Kurd Tirk, Azerî û Terekeme yên beşdarî hevdîtinê bûn, tim dirûşmeya “HDP ya me ye” berz kirin.
 
Namzeta hevşaredariyê Şevîn Alaca gel silav kir û wiha axivî: “Di 31’ê Adarê de, wê li Qersê dîrok ji nû de biguhere. Tifaqa me, bi gel re hatiye avakirin. Em ê bi gelê xwe xebatên xwe berdewam bikin û şaredariyan xwe qezenc bikin. Dûre em ê bi hevre bajarê xwe birêve bibin.”
 
Piştî axaftina Alaca, Namzetê Hevşardariyê Ayhan Bîlgen jî, xîtabî gel kir û wiha axivî: “Kesên dixwazin di 1’ê Nîsanê de bên Qersê, em ji wan re ji niha ve dibêjin, kerem bikin werin. Ji ber, dibe ku di 1’ê Nîsanê de cih nemîne. Roj ji Rojhilat hiltê û me jî ji vê derê dest bi starta hilbijartinê kir xwe kir.”
 
LEYLA GUVEN SILAV KIR 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li ber berzkirina dirûşmeyan û lêxistina çepikan dest bi axaftinê kir û wiha xîtabî gel kir: “Qers baxçeyê gelan û çandane. Ligel hemû cudakarî û hewldanan jî, gelên Qersê li kêleka hev sekinin. Em ji vê derê cardin bang dikin; heya ku em komara demokratîk ava bikin, em ê li kêleka hev rawestin. Duh li Qersê befir barî. Me yê salona dawetê bigirta, lê walîtiyê destûr neda. Vî gelê bi her awayî walî dîtin. Çi bikin bila bikin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê tu carî de ji vê rêyê bernedin. Îro bêedaletî û bêhiqûqî heye. Ji bo ku ev bêedaletî û bêhiqûqî bi dawî bibe, kesên bedena xwe ji birçîbûnê re razandin hene. Em ji vê derê Leyla Guven silav dikin. Leyla Guven ev 114 rojin di greva birçîbûnê deye. Dîsan li girtîgehan û Strasbûrgê mirov di grevên birçîbûnê dene. Hemû hevalên me, têkoşînê li vê têkoşîna demokrasiyê zêde dikin.”    
 
‘BERÎ HILBIJARTINÊ DIBIN KURD, PIŞTÎ HILBIJARTINÊ JÎ DIBIN GUR’
 
Temellî, di dewama axaftina xwe de ev nirxnadin kirin: “Mijara mafê mirovn û edaletê, nabe ku bibe amûrê siyasetê. Ji bo hiqûq û edaletê, divê tişta pêwîst bê kirin. Tiştên ji derveyî vê tê kirin, xerabiye. Emê hemû bi hevre ji vê xirabiyê re  bêjin êdî bese. Wezareta Dadê duh digot ‘Em hemû bi lorîkên Kurdî mezin bûn.’ Başe, bes divê tenê berî hilbijartinê ev neyê bîra we. Berî hilbijartinê dibin Kurd û piştî hilbijartinê jî dibin gur.
 
YÊN KU DIXWAZIN BIÇIN, BILA KEREM BIKIN BIÇIN
 
Ji serê sibê heya danê êvarî dijminantiya HDP’ê dikin û wisan difikirin ku siyasetê dikin. Siyaset bi çareserkirina pirsgirêkên gel dibe. Bi vî awayî siyaset nabe. Ji me re dibêjin ‘welat terk bikin.’ Emê tu carî welatê xwe terk nekin. Ez li vê derê hatim dine û ezê liv ê derê bijîm. Ger hûn dixwazin dilpakiyê bibînin, ev vîna gel û têkoşîne gele. Yên ku dixwazin biçin, bila kerem bikin biçin.”
 
Me îro ji Qersê dest pê kir. Me destpêkê namzetê xwe yê Qersê eşkere kir. Ji roja ewilde em dinava gel dene. Seroka me Şevîn a li çareseriyê digere bi pirsgirêkên Qersê re eleqedar dibe. Ji ber ku dê qezenc bike, em dibêjin serok Şevîn. Mamoste Ayha û Şevîn Alaca dixebitin. A girînge, dermankirina derdane.
 
QERS LI HDP’Ê TÊ
 
Ji bo Qersê pêdivî bi feraset nû heye. Qers li HDP’ê tê. Dema ev bûn desthilatdar, çi hebû firotin. Vana hemû malê gel beralî kirin. Li vî welatî çotkarî qedandin. Li ser navê çotkariyê tiştek nehiştin. Îro sewalkarî xelas kirin. Welat xizan kirin û niha jî dikandaran sûcdar nîşan didin. Sedama van hemûyan, desthilatdariye. Heya ku ev desthilatdar neçe, dê ev pirsgirêk çareser nebin. Werin em bi hevre van pirsgirêkan çareser bikin. Werin em feraseta demokrasiya herêmê çareser bikin. Encex em karibin vê yekê bikin. Werin em pirsgirêkên Qersê bi hevre çareser bikin.”  
 
EM Ê QERSÊ QEZENC BIKIN 

 
Demek dirêje em bi hevre dixebitin. Em baş dizanin ku, ger em bimeşin, emê pêşiya aştiyê vekin, tecrîdê ji holê rakin û hizûrê bînin welat. Emê bajarên xwe jî û xwe jî bi rêve  bibin. Emê bi hevre ava bikin û bi hevre jî bi rêve bibin. Di vê hilbijartinê de, emê li Qersê qezenc bikin. Niha divê em şikandin û xeyîdandinên xwe danin aliyekê û di 1’ê Nîsanê de îmze bavêjin binê serkeftinê. Em li vê derê guvendê bigerînin û bi hevre bêjin Tirkiye ya me ye, Qers ya me ye.” 
 
Temellî piştî hevdîtina Qersê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, derbasî bajaroka Dagpinar a Dîgorê bû.