Temellî: Em ê hemû bendên li pêş xwe hilweşînin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku hilbijartina herêmî roja bidawîkirina şer e û got ku, “Em ê hemû bendan hilweşînin.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de çû Êlihê. Parlementerên Batmanê yên HDP’ê Feleknas Ûca û Nejdet Îpekyuz jî di nav heyetê de cih girtin.

‘EM Ê HEMÛ BENDAN HILWEŞÎNIN’

Temellî berê çû serdana malbata hevserokê bajêr ê HDP’ê Nîzamettîn Togûç ê ku çend roj berê hatibû girtin û piştre jî çû serdana xizmên kesên ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatine girtin. Temellî çû serdana rêxistina bajêr a partiya xwe û li vê derê daxuyanî da.

Temellî diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî bûne kampanyayên hilbijartinê yên desthilatdariyê û got ku, “Hewl didin HDP’ê dijmin nîşan bidin û hevalên me digirin. Tirkiye êdî ew ê nexape. Hilbijartina di 24’ê Hezîranê de îspata vî tiştî ye. Di hilbijartinên herêmî de ew ê îradeya me di sindoqê de xwe bide der. Ew kîjan bendê bidin pêş me, em ê wê bendê hilweşînin.

NERAZÎBÛN NÎŞANÎ HEWESA ŞER A ERDOGAN HATE KIRIN

Temellî qala operasyonên dewleta Tirk a li dijî rojhilatê Firatê ya Rojava kir û got ku, “Erdogan dixwaze li vê derê jî şerekî çêbike. Li Stenbolê maseyek ava kirin lê tu kesên ji Sûriyeyê tune. Qala çareseriyên ne mîlîtarîst dikin lê krîza Sûriyeyê derdikeve pêşiya me.”

Temellî Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û got ku, “Aştiya Tirkiyeyê ji Kobanê derbas dibe.”

‘YA GIRÎNG EV E EM JI FAŞÎZMÊ PAK BIBIN’

Temellî qala hilbijartina herêmî kir û got ku, “Bi hurmeta li hemberî namzetên gel em dikarin li her dera Tirkiyeyê hevgirtin û hevkariyê pêk bînin. Ya girîng ev e ku em ji faşîzmê pak bibin. Heke em bi ser nekevin, dibe ku sibê em nikaribin qala hilbijartineke din jî bikin.”

Temellî bal kişand ser hevdîtinên budçeyê û diyar kir ku budçeya sala 2019’an a şer e.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî piştî daxuyaniyê bi endamên partiya xwe re civiya.