Temellî: Em ê dawî li xesp û zilmê bînin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku ew ê di 31’ê Adarê de dawî li xesp û zilmê bînin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan di çarçoveya xebatên Hilbijartina 31'ê Adarê ya  Rêveberiya Herêmî de ger û ziyaretên xwe yên navçe û bajaran berdewam dike. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de îro li Navçeya Golê ya Erdexanê bi gel re hat cem hev. Temellî û heyeta li gel wî di ketina navçeyê de bi karwanek mezin hat pêşwazîkirin. Heyetê dema li gel karwana mezin di nava navçeyê de tûr da xwe, gel bi nîşaneyên serkeftinê silav da û bi coşek mezin karwan pêşwazî kir. Tevî hemû dorpêça polîsan bi sedan kes li ber avahiya hilbijartinê ya HDP'ê kom bûn û tev li ziyaretê bûn. Girseyê li ber avahiya HDP'ê bi alayên HDP'ê xemiland. Namzetên HDP'ê yê Hevşaredariya Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen jî tev li xebatê bûn.

‘EM Ê RENGÊ JINÊ BÎNIN BAJÊR’

Ewil namzeta HDP'ê yê Hevşaredariya Golê Aygan Mandûz, diyar kir ku ew ê êdî rengê jinê li Gole serdest bikin û di 31'ê Adarê de bi ser bikevin. Namzetê HDP'ê yê Golê Nîzamettin Ozturk jî anî ziman ku dê 31'ê Adarê qedera welat biguherîne û wiha got: "Li vir 4 partî dikevin pêşbirkê. Lê partiya me herî zêde qîmet dide jinê."

 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin. Girsê bê navber dirûşmeya “Serhed bi te rûmetdar e" berz kirin. Temelî, anî ziman ku destûr nedan pankarta "Birêz Hevserokê me tu bi xêr hat bajarê me" û wiha got: "Di 2'ê Adara 1994'an de darbeya siyasî pêk hat. Em siyasetmedarê Kurd Orhan Dogan bi bîr tînin. Wê demê demorasiyê li Tirkiye darbeyek mezin xwar. Ji bo em wê birinê derman bikin me têkoşînek mezin da. Dîsa Fîgen Yuksekdag, Selahattin Demirtaş  bi darbeyek siyasî hatin girtin. Dîsa demokrasiya Tirkiyeyê darbeyek mezin xwar. Ji bo ev şer bi dawî bibe têkoşîna me wê bidome. Ew çi bikin bila bikin nikarin me ji têkoşîna me vegerînin. Em Kurd, Tirk, Laz, Çerkez û hemû gelên din naçin cihekî din. Em bi hevre ne û em li vir in.

BERXWEDANA LEYLA GUVEN

Berxwedana Leyla Guven berdewam dike. Li Tirkiyeyê zêdeyî 300 girtî, li Hewlerê Nasir Yagiz û li gelek welatên cîhanê mirovan bedena xwe dane ber mirinê. Ew mirov dixwazin neheqî, bê hiqûqû û bedaletî rabe. Dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe û birêz Ocalan karibe bi rêk û pêk bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Em bang li wezareta dadê dikin. Em dibêjin werin zagonên xwe têxin meriyetê û zagonên xwe binpê nekin.”

Temellî, herî dawî bal kişand ser gotinên Erdogan ên temenê 65 saliyan û wiha got: "Te temenê 65 saliyê bi bîr xist baş bû. Madem mirov di 65 salî de dikevin ber dest û lingan, temenê te jî 65 e. Emrê te yê teqawîtiyê hatiye."