Temellî: Edalet wê ji Roboskî dest pê bike

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî serdana malbatên Roboskî kir û got, divê ew hîn bêhtir xwedî li Roboskî derkevin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterê Mêrdînê Tûma Çelîk, Parlamenterê Êlihê Necdet Îpekyuz, Parlamenterên Şirnexê Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş, Parlametnerê Partiya Karker a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê Bariş Atay û rêveberên HDP û DBP'ê serdana malbatên Roboskî kirin.

'2497 ROJ IN EM DAXWAZA EDALETÊ DIKIN'

Velî Encu bi navê malbatên Roboskî daxuyanî da û bi bîr xist ku 2497 roj in ew daxwaza edaetê dikin.

Encu diyar kir, li şûna berpirsyar bên girtin, Ferhat Encu yê ku bira û xizmên wî di komkujiyê de hatin kuştin, bi hêrsa tolhildana siyasî hate girtin.

TEMELLÎ: EDALET WÊ JI VIR DEST PÊ BIKE

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî got, divê gelên Tirkiyeyê ji bo eşkerekirina kiryarên vê bûyerê têbikoşin. Temellî diyar kir, xwedîderketina li Roboskî xwedîderketina li hemû mezlûmên li Tirkiyeyê ye û wiha dewam kir: "Li şûna ku kiryarên vê bûyerê bihatina eşkerekirin û cezakirin, ev 7 sal in hîn jî em li edaletê digerin. Her kes bi sûcdaran dizane. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin sûcdaran binixumînin. Ji ber ku 34 mirovan ji ber van sûcdaran jiyana xwe ji dest dan û hîn jî li benda edaletê ne. Edalet wê rojekê teqez were. Ev edalet jî wê ji vir, ji Roboskî dest pê bike."

Temellî anî ziman ku ji bo rexnedayina xwe bidin malbatên Roboskî û hemû civakê ew hatine Roboskî û got, "Dibe ku me hin şaşitî kiribin. Dibe ku hin kêmasî çêbûbin. Lê di têkoşîna edaletê de divê em ti carî malbatên xwe bi tenê nehêlin. Divê em timî bi wan re bin. Vê têkoşîna edaletê em bi wan mezin bikin. Ji ber ku têkoşîna li vê derê geş bibe wê li tevahiya welêt geş bibe. Em li vê derê soz didin malbatên xwe yên li vê derê. Heta ku edalet bi cih bê, em ê vê têkoşînê bidomînin. Em ê ti carî ji vê têkoşîna edaletê venegerin."