Temellî: Îro rojek bi hêvî ye
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Wanê dengê xwe da. Temellî piştî ku dengê xw da got, "Îro rojek bi hêvî ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Wanê dengê xwe da. Temellî piştî ku dengê xw da got, "Îro rojek bi hêvî ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê û namzetê parlamenteriyê yê Wanê Sezaî Temellî li Lîseya Cûmhûriyetê ya li Wanê li sindoqa bi hejmar 1068'an dengê xwe da.
Temellî tevî namzetên parlamenteriyê yên HDP'yî û endamên partiyê hat cihê dengdanê û li berçepik û tilîliya hilbijêran dengê xwe da.
Piştî ku dengê xwe da ji rojnamevanan re xivî û got, "Em li her devera Tirkiyeyê xwedî li sindoqan derdikevin. Îro rojeke xweş e, bi hêvî ye. Hêvîdar im em ê vê hêviyê bigihînin siberojê. Heta niha der barê ewlekariya sindoqan de kêmasiyek nîne. Ji bo Wanê em dibêjin 8-0."