Temellî: 31'ê Adarê em ê li dahatuya xwe xwedî derkevin

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temelî li Tozanê ya Îdirê axivî û got, ''31'ê Adarê em ê biçin ser sendoqan û li dahatuya xwe xwedî derkevin. 31'ê Adarê ji sendoqan wê demokrasî, aştî û HDP derkeve.''

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, li Tozan bi gel re hatin gelhev û bersiva da gotinên Erdogan ên “Welat terk bikin.” Temellî, diyar kir ku ew ketine nava  panîkê û got: “Êdî fêm kirin ku wê winda bikin. Ji ber vê dibêjin welat terk bikin. Ma tu kî yî û bera kê didî. Ev der welatê me ye.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sezaî Temellî piştî geşta xwe ya bajarên Qers û Erdexanê,  îro jî li navçeya Tozanê ya Îdirê bi gel re hatin gelhev. Hevserokê Giştî Temellî, Namzetên Hevşaredariya Tozan Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş û heyeta li gel wan, dema ku ketin nav bajêr gel bi dilgermî pêşwazî li wan kir. Gel bi çepikan xêrhatin li konvoya HDP'ê kir.
 
'EM Ê QEYÛMAN BIMALIN'
 
HDP’yî dema ku gihaştine naveçeyê gel bi coşî û kelecaniyekê ew pêşwazî kir. Namzetên Hevşaredariyên  navçeyê Ayşe Aras Kaynar û Kemal Savaş destpêkê xîtabî girseyê kirin û  gotin:  “Em ê bên gel hev û teqez dikin ku bi ser bikevin.''
 
'GER TECRÎD HEBE BÊHIQÛQÎ JÎ HEYE’ 
 
Temellî dûre ji gel re axivî û wiha got: “Bêhiqûqî û bêedaletiya li Îmraliyê pêk tê, li tevahiya welat berbelav bûye. Berî 5 salan, li vî welatî hêviyên mirovan xurt bûn. Lê her ku tecrîd pêk anîn, li welat bêhiqûqî û bêedaletî mezin bû. Hemû daxwazên Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne, daxwazên mafdar in. Em dibêjin  bila malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtin bikin. Vê nekin amûrê siyasetê. Ev ne amûrê siyasetê ye. Ev amûrê hiqûq û edaletê ye. Ji ber ku em ê hin endamên meclîsan zêdetir bikin, vê yekê dikin. Ger tecrîd hebe, bêhiqûqî heye, ger bêhiqûqî hebe, bêedaletî heye.”
 
 QEYÛMAN PEYKERÊ AŞTIYÊ HILWEŞANDIN 
 
Temellî, da zanîn ku yek ji bêhiqûqiyên herî mezin ên li Tirkiyeyê tê jiyîn jî tayînkirina qeyûmane û wiha domand: “Qeyûm anîn ser şaredariyên me. Parlementerên me girtin. Bi vê xwestin siyaseta demokratîk tesfiye bikin. Bi tayînkirina qeyûman vîna civakê tine tê hesibandin. Ev desthilatdar dixwaze bibe dîktator. Piştî qeyûm şandin, wan çi kir, wan jî li Tozanê peykerê aştiya jinên Kurd û Çerkes hilweşandin. Qeyûman peykerê aştî û azadiyê hilweşandin. Ji ber ku li bara yekitiya gelan çavnebar in. Ew mirovan ji hev vediqetînin û wiha xwe li ser piyan dihêlin.'
 
Temellî, di axaftina xwe bersiva da gotinên Erdogan ên “Welat terk bikin” û wiha got: “Tirs bi wan ketiye. Êdî fêm kirin ku wê winda bikin. Ji ber vê dibêjin welat terk bikin. Ma tu kî yî û bera kê didî. Ev der welatê me ye.”
 
‘DI 31’Ê ADARÊ DE WÊ HDP BI SER BIKEVE'
 
Temellî, di dawiya axafina xwe de ev peyam dan: “Em ê 31’ê Adarê  biçin ser sindoqan û em ê xwedî li dahatuya xwe derkevin. Em ê mizgîniya xêrê bidin xwîşk û birayên me yên li vê derê ne. 31’ê Adarê, wê demokrasî, aştî û HDP bi ser bikeve, Wê ji sindogan de HDP derbikeve. ''