Tektaş ê ku ‘bîra Licê’ bû rehmet kir

Ahmet Tektaş ê ku wekî ‘bîra Licê’ dihate naskirin di 90 saliya xwe de rehmet kir.

Welatiyê bi navê Ahmet Tektaş (90) ku li gundê Xana Kelê ya navçeya Licê ya Amedê ji dayik bû û ji sala 1947'an ve ji bûyerên înfazan bigire heta valakirina gundan, şewitandina Licê, erdheja Licê û qetilkirina Ceylan Onkol; darbeyên leşkerî û geşedanên siyasî yên Tirkiyeyê, bi awayekî rojane di lênûska xwe de nîşe girt, li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, rehmet kir. Cenazeyê Tektaş li mezraya Pûneyn a girêdayî gundê Xana Kelê ku lê ji dayik bûbû, hate veşartin.

Bi navê 'Min rastiyan li lênûska Licê nivîsand' belgefîlma lênûska rojane ya Tektaş ku weke bîra Licê dihat nasîn hatibû kişandin. Belgefîlma ku di sala 2010'an de ji aliyê rojnameger û derhêner Ersîn Çelîk ve hatibû kişandin, li gelek cihan hat nîşandan.

Tektaş meraqa xwe ya nivîsandina girtina rojnivîskê bi van gotinan aşkera kiribû: "Di sala 1947'an de li gundê me di heman kêliyê de yek ji dayik bû û yekî jî rehmet kiribû. Min jî xwest vê yekê belge bikim. Lê nivîsandina min tunebû. Piştî ku min ji derdorên xwe alîkarî girt, hînî nivîsandinê bûm û min wê rojê li rojnivîska xwe nivîsand. Li leşkeriyê ez hînî xwendin û nivîsandinê bûm. Piştî tezkereya xwe min bi dest nivîsandina rojnivîskê kir. Min hewl da ku kesên li gund dimirin, ji dayik dibin, dewet û bûyerên balkêş binivisînim."

‘MIN RASTÎ NIVÎSAND’

Tektaş di lênûska xwe de derbeya 12'ê Îlonê, şer û pevçûnên li herêma Licê, cînayetên faîlî meçhûl, şewitandina gundan, kuştina Fermandarê Jendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin, şewitandin Licê û gelek bûyerên bi vî rengî nivîsandibû. Di sala 1997'an de bi serdegirtineke gund de bi lênûska xwe re tê destgîrkirin û pirsên mîna 'Tu çima van tiştan dinivisînî' jê tên pirsîn û lênûska wî tê desteserkirin. Tektaş pirsa 'Tu çima van tiştan dinivisînî' wiha dibersivîne, 'Rastî wisa bûn min jî wan nivîsand' û di encama bergeriyeke zêde de lênûska xwe digire. Tektaşê ku di 90 saliya xwe de rehmet kir, li dû xwe bîreke mezin hişt.