Têkoşîn Botan li Binarê Qendîlê hate bîranîn

Têkoşîn Botan a PKK'yî di salvegera şehadeta xwe de li Binarê Qendîlê hate bîranîn.

Têkoşîn Botan a PKK'yî ku li Efrînê şehîd bû, di salvegera 1'emîn a şehadeta xwe de li Binarê Qendîlê hate bîranîn ku demeke dirêj li wir kar kiribû. Di merasîma bîranînê de wêneyên Botan li qadê hatin daliqandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, şêniyên herêmê li ser bîranîna wê axivîn û Mam Maarîf jî helbest xwend.

ZÊDEYÎ 20 SALAN LI NAVA REFÊN PKK'Ê TÊKOŞIYA

Têkoşîn Botan a PKK'yî ya ji Sêrtê, zêdeyî 20 salan li nava refên PKK'ê li qadên cuda kar kir. Botan ku demeke dirêj li herêma Qendîlê karê jinan kir û ji aliyê gel ve gelekî dihate hezkirin, sala 2018'an di Berxwedana Efrînê de şehîd bûbû.