Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Bozan Tekîn diyar kir ku ew ê tola komkujiya 19’ê Kanûna 2000’î ya bi ser girtiyên Şoreşger ên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de ya bi navê ‘Operasyona Vegera li Jiyanê’ hilînin.
Tekîn diyar kir 19’ê Kanûna 2000’î bi navê ‘Vegera li Jiyanê’ li zindanan bi ser girtiyên şoreşger de êrîşeke hov hatiye kirin û got, dewleta Tirk bi vê komkujiyê li ser navê şoreşgeran û şoreşgeriyê çi hebe kiriye hedefa xwe.
Tekîn anî ziman ku komkujî di serdemeke wiha de ku komploya navnetewî pêk hatî, bi ser Tevgera Azadiya Kurdistanê de êrîşek mezin hebû pêk hatiye û got, ‘’Di pêvajoyeke wiha de bi mebesta ku vîna berxwedêrên zindanan were şikandin û teslîm bigrin mêtingeriyê pergala tîpa F’ê pêk aniye. Mêtingeriyê wê pêvajoyê li gelek zindanan êrîşên wiha pêk anî. Êrîşeke mezin li dijî girtiyên azadiyê hebû. Tîpa F zindana di nav zindanê de bû.
Li dijî êrîşa tîpa F’yê şoreşgerên Kurdistanî û Tirkiyeyî berxwedaniyeke mezin nîşan dan. Şoreşgeran li dijî vê êrîşa tîpa F’yê rojiya mirinê dane destpêkirin. Berxwedaniya girtiyên şoreşger êrîşên mêtingeriyê pûç kir. Mêtingeriyê ev hesab dikir; ‘’Niha di her koxuşê de 50-60 kes, di her blokê de 150-200 kes heye, heke wiha êrîşê bibim bi ser nakevim. Heke ez van têxim tîpa F’yê û pergala hicreyan bînim dikarim her kesî ji rêxistinê qut bikim.’’ Li ser van hesaban pergala tîpa F’yê anîn. Ji bo ku vê pergalê bidin qebûlkirin êrîşeke wiha kirin. Girtiyên şoreşger li dijî vê rojiya mirinê dane destpêkirin.
Girtiyên şoreşger bi rojan tî, birçî man, êşkenceya giran li wan bû û êrîşên hov bi ser wan de birin. Di encama van êrîşan de bi dehan girtiyên şoreşger hatin kuştin. Gelek ji wan birîndar bûn, gelek ji wan hatin sirgûnkirin.’’
‘GERÎLA WÊ TOLA KOMKUJIYÊ HILÎNE’
Tekîn diyar kir ku PKK û gerîla bi wê berpirsyariyê ne ku hesabê komkuiya 19’ê Kanûnê bipirsin û got armanca komkujiya 19’ê Kanûnê şikandina vîna şoreşgeran û teslîmgirtina wan bûye.
Tekîn da xuyakirin ku wê demê dewleta Tirk digot, ‘’Me Ocalan dîl girt. Di demeke kurt de em ê PKK’ê jî tine bikin. Ji niha û şûn de ti kesek wê nikaribe li ser navê şoreşgeriyê û şoreşê têbikoşe’’ û diyar kir komkujiya 19’ê Kanûnê bi giştî li ser vî hesabî hatiye kirin. Tekîn diyar kir ku PKK tevgera tolhildanê ye û ji niha û şûn de jî wê li ser vê xetê bimeşe.
JI TÎPA F’YÊ BER BI KINCÊN YEK RENG
Tekîn ragihand ku desthilatdarî guherî ye lê polîtîkayên komkuj û qirker a dewleta Tirk a mêtinger neguheriye û got ên ku berê tîpa F’yê ferz dikirin niha jî kincên yek reng ferz dikin û ên ku vê ferz dikin berhema heman hişmendiyê ne.
Tekîn diyar kir hikûmata ku komkujiya 19’ê Kanûnê pêk anîn hikûmeta Ecevît bûye, ku bi çepgiriyê xwe dide naskirin û got AKP jî di ser ser Îslamitiyê de vê zilm û zordariyê dike.
Tekîn diyar kir li Tirkiyê dema ku mijar Kurd û şoreşger bin dibin yek di zilm û zordariyê de sînoran nas nakin û got, ‘’Yên ku digotin yek dewlet, yek ziman, yek çand, yek al’ niha jî dibêjin ‘‘kincên yek reng’’.
Tekîn got bi van ferzkirinan dixwazin vîna şoreşgeran bişkînin, dîl bigirin, bêrûmet bikin û got, ‘’Divê hemû şoreşger û welatparêz bizanibin milîtanên PKK’ê yên girtî û giriyên welatparêz li dijî kincên yek reng ê faşîzma AKP-MHP’ê wê berxwedaniyeke dîrokî nîşan bidin.’’ Tekîn got êrîşên dewleta Tirk a mêtinger wê werin pûçkirin.
‘LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI HEMÛ ENIYAN EM BIGIHIJIN HEV’
Tekîn da zanîn ku ew ê li mîrateya berxwedanê û bîranîna şoreşgerên ku 19’ê Kanûnê hatine kuştin xwedî derbikevin û got li dijî faşîzmê pêdivî eniyeke yekbûyî ya xurt heye.
Tekîn bal kişande ser zêdebûna êrîşan a vê dema dawî û got, ‘’Dive li hemû qadên jiyanê em xwedî helwest bin. Tenê wiha em dikarin faşîzmê têk bibin. Tenê wiha em dikarin azadiyê ji gelan û şoreşgerên girtî te bînin. Azadiya Rêber Apo jî wê bi vê berxwedanê pêk were.’’