'Tecrûbeya Komara Mahabadê rastiya Kurdên azad û kole nîşan dide'

"Tecrûbeya Komara Kurdistanê me ji aliyê 'Kurdê azad, Kurdê kole û Kurdê çete' zana dike û rêya azadiyê û mafên rewa ku pêwîstî bi xwebaweriyê heye, li ber me vedike."

Meclisa Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan (PJAK) bi boneya 73'emîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mihabadê ku 22'ê Çileya 1946'an ava bû daxuyaniyek weşand. 

Daxuyanî wiha ye:

"Di rewşeke welê de ku em 73'emîn salvegera Komara Kurdistanê bi bîr tînin, Kurdistan bûye navenda lîstokan. Di vê demê de hem derfeta gihiştin bi armancên Komarê û şopdarên wê ber çav e, hem jî metirsiyên vê senaryoyê xwe di dîrokê de nîşan didin. Bi bîranîna Komar û tecrûbeyên wê, dîsa gelê Kurd li hemû beşan bûye hedefa bermahiyên Sefewî û Osmaniyan, ew bi rêbazên cûda dixwazin Kurdan ji hêla fîzîkî û siyasî qir bikin û tevgerên wan ên azadîxwaz ji holê rakin. Weke serdema Komara Kurdistanê, dewletên dagirker ji bo domkirina siyasetên xwe yê bişaftinê hemû derfetan bi kar tînin. Kurdên teslîmkar, kole û paşverû jî ji vê pêvajoyê re dibin alîkar.

Damezrandina Komara Kurdistanê li bajarê Mihabadê hewldaneke azadîxwaz ji bo avakirina xwerêveberiyek azad û dadwerî di asta gelê Kurd de bû. Ev roj bi dîroka damezrandina kantonên Rojavayê Kurdistanê jî bûye yek. Ev nîşan dide ku gel dixwaze azadî û xwerêveberiya xwe misoger bike. Damezrandina Komara Kurdistanê piştî Şerê Cîhanî yê Duyem û têkçûyîna balansa siyasî û leşkerî di herêmê de hişt ku derfetek dîrokî ji bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ava bibe ta ku îradeye xwe ya azad nîşan bidin. Rewşa wê serdemê îsbat kir ku Kurd ji bo demokrasî û azadiyê hazir in. Niha jî ku em 73'emîn salvegera wê Komarê bi rêzdarî bi bîr tînin, krîzeke mezin ya mirovî ya binpêkirina mafê mirovan li Rojhilata Navîn rû dide û gelên herêmê bi hovanetirîn nêzîkatiyên dewlet û çeteyên wan rûberû mane. Diyardeyek weke DAÎŞ bi destê navendên hegemonê ji bo berjewendiyên desthilatdaran û dagirkerên Kurdistanê hatiye çêkirin.

Tecrûbeya Komara Kurdistanê me di naskirina Kurdê azad, Kurdê kole û Kurdê çete de zana dike û rêya azadiyê û mafên rewa ku pêwîstî bi xwebaweriyê heye, li ber me vedike. Komara Kurdistanê her wiha dihêle ku em dost û dijminan baş ji hev derxînin û xwendineke me ya rast li ser gorankariyên cîhan û herêmê hebe û timî çareseriyek me ji bo her îhtimalekî amade be. Tecrûbeya Komara Kurdistanê nasnameyekî siyasî û neteweyî ji bo gelê me bi cih hiştiye ku baweriya me di yekrêzî, demokrasî û dadweriyê de xurt dike. Em bîranînên Komara Kurdistanê berz radigirin û şopdarê rê û daxwazên wê ne.”