Tecrîda li Îmraliyê li Amedê hate şermezarkirin

Rêveberên partiyên siyasî û komeleyan ên li Amedê, tecrîda li Îmraliyê şermezar kirin û berxwedana li zindanan silav kirin.

Rêxistina Amedê ya HDP'ê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li zindanan a li dijî tecrîdê ku di roja 125'an de ye, xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê daxuyaniyekê bide.

Endam û rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), HDP, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) hatin parkê lê li du nuqteyên cuda ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Polîsan gef xwarin û got, "Wê destûr neyê dayin ku hûn daxuyaniyê bidin", girseya gel jî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bersiv dan gefa polîsan.

Girseya gel dest bi çalakiya rûniştinê kir û bi çepik û tilîliyan tecrîd şermezar kir.

Di dema çalakiyê de polîsan hewl dan nehêlin ku rojnamevan dîrmenên çalakiyê bikişînin.