'Tecrîd meseleyeke civakî ye, wezîfe dikeve ser milê her kesî'

Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Mehmet Nûrî Ozdemîr li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven axivî û got, "Ji bo mirov vê meseleya civakî bibînin, ne lazim e ku mirov sempatîzan bin. Mirov însan bin, ew bes e."

Greva bêdawî û bêdorveger a Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tîne, di roja 72'an de ye. Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Mehmet Nûrî Ozdemîr li ser çalakiya Guven ji ANF'ê re axivî.

Ozdemîr diyar kir ku daxwaza Guven eşkere ye û got, divê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê rakirin.

'WEZÎFE DIKEVE SER MILÊ CIVAKÊ'

Ozdemîr anî ziman ku Leyla Guven diyar dike, tecrîd hem li ser gelê Kurd, hem jî li ser gelên Tirkiyeyê û civaka Rojhilata Navîn rê li ber rewşeke aloz û xitimî ya siyasî vedike û got, "Daxwazên ku Leyla Guven tîne ziman, ji aliyê polîtîk û hiqûqî ve ne ew daxwazin ku nikaribin bicih werin anîn. Ji ber vê yekê gelek wezîfe dikevin ser milê rêxistinên civakî yên sivîl, siyasetmedar û civakê."

'TECRÎD MESELEYEKE CIVAKÎ YE'

Ozdemîr ragihand, helwesta Guven helwesteke şexsî nîne û wiha dewam kir: "Ev mesele meseleyeke civakî ye. Ji bo mirov vê meseleyê bibînin ne lazim e ku mirov sempatîzan an jî partîzan bin. Mirov mirov bin ew bes e. Lewma banga me ew e ku tecrîd tavilê bê rakirin û rê li ber Birêz Ocalan were vekirin ku karibe parêzerên xwe, nûnerên partiyên siyasî û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne.

Ji ber ku gotina 'biratiya gelan' ku em ji dil dibêjin, êdî diderize. Li Rojhilata Navîn her roj li derveyî îradeya gelan plan tên kirin. Bi rakirina tecrîdê re dibe ku ji aliyê siyasî ve rewşeke erênî rû bide. Em balê dikişînin ser vê yekê."

Ozdemîr ragihand, daxwaza Guven daxwazeke civakî ye û herî dawî got, "Dema ku hevdîtin li ser aştiyê dihatin kirin, 80 ji sedî yê civakê piştgirî dida. Eger siyaset gavên rast biavêje, civak wê dîsa li pişt bisekine. Em zanin ku ev civak civakeke xwedî exlaq û wijdan e. Lê belê dema siyaset bi rengekî nebaş hat birêvebirin, hingî civakê were vê nuqteyê. Gelo kîjan hevdîtina bi Birêz Ocalan re hate kirin zerar da welêt? Mirov bala xwe bidin vê yekê jî wê referansên bingehîn bên dîtin."