'Tecrîd êrîşeke qirkirinê, înkar û tinekirinê ye'

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik sala 2017'an nirxandin û gotin, felsefe, îdeolojî, feraseta têkoşînê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sîstema dixwaze ava bike, belav bûne.

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat û Cemîl Bayik ji qenala Medya Haberê bersiv dan pirsên Esra Mîkyaz û Bakî Gul û sala 2017'an nirxandin.

Hozat destnîşan kir ku di navenda şerê qirkirina faşîst de êrîş û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye û got, "Ev 19 sal in li dijî Rêber Apo êrîş tê kirin. Tecrîd ne pêvajoyeke ji du salan e. Tecrîd 18-19 sal in dewam dike. Di şexsê Rêber Apo de êrîşeke qirkirinê, înkar û tinekirinê ye. Ev êrîş neqediya, ji ber ku siyaseta înkar û tinekirinê neguherî."

Hozat bal kişand ser nûçeyên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji ber vê yekê nûçeyên bi vî rengî di vê dema dawî de hatin weşandin. Bi şerekî giran ê taybet û psîkolojîk hewl dan gelê Kurd bê moral bihêlin. Piştre jî êrîş li Başûrê Kurdistanê hate kirin, dagirkirina Kerkûkê dest pê kir. Dagirkirina Germiyanê dest pê kir. Di heman demê de serketina Reqayê hebû. Ji bo îradeya wê serketinê bişikînin, ketin nava nêzîkatiyeke bi vî rengî. Bêguman em niha pê nizanin. Dema ku vê nirxandinê dikin, ti agahî ji Îmraliyê nîne. Rewşa Rêberê me çi ye, pêkanîneke çawa li wir heye. hebûn, ewlekarî û tenduristiya wî di çi rewşê de ye em pê nizanin. Ji xwe endîşeyên gelekî cidî hene. Hem gel hem jî tevger di nava fikaran de ne.

Li Ewropayê çalakiyên berfireh tên lidarxistin, li gelek deverên Kurdistanê çalakî hene. Gel di nava tirs û fikaran de ye. Em bi rewşa wî nizanin. Ji her tiştî re em dibêjin şerê taybet, lê belê rewşeke bi vî rengî heye. Di şexsê Rêbertî de êrîşeke mezin li dijî gelê Kurd li dijî gelan tê kirin."

'GELÊ KURD JÎ, GELÊN ROJHILATA NAVÎN JÎ BI RÊBER APO BI SER DIKEVIN'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava berxwedaneke mezin de ye û got, "Vê têkoşînê ne tenê ji bo Kurdan dike. Di şexsê Kurdan de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê dike. Û ev têkoşîn gav bi gav li nava gelên Rojhilata Navîn, li qad navneteweyî û li nava hêzên cuda yên sosyalîst û demokratîk de deng vedide. Felsefe, îdeolojîk û feraseta têkoşînê ya Rêber Apo, her wiha sîstema ku ew dixwaze biafirîne, belav dibin. Her kes bi qasî ku fêhm dike, hewl dide vê li welatê xwe bi cih bîne. Rêber Apo weke rêberê xwe dibînin. Rêber Apo weke bersiva li pirsgirêkên xwe yên dikin nakin nikarin çareser bikin dibînin."

Bayik diyar kir ku nûçeyên li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan bi zanebûn beriya êrîşên li ser Kerkûkê, Zapê û Îdlibê hatin weşandin û wiha dewam kir: "Ji ber ku êrîş li dijî destketiyên Kurdan, li ser gelê Kurd hebû. Hêzên ku xwe amade dikirin li her cihî êrîşî destketiyên Kurdan bikin, diviyabû ji Rêbertî dest pê bikira. Ji ber vê yekê ji medya nêzî AKP'ê agahiyên li ser Rêbertî hatin weşandin. Xwestin bi vê yekê re zemînê ji êrîşa xwe re amade bikin. Bi vê yekê re xwestin mesajê bidin gel: 'Binerin Rêber Apo bi we dide qezençkirin, lê li her derê em êrîşî Kurdan dikin, rêberê ku hûn pê bawerin nîne'.

Bi vê yekê re xwestin têkoşîna gelê Kurd bişikînin. Ji ber ku êrîş hene, berxwedan dikare hebe. Ji bo ev nebe, nûçeyên bi vî rengî weşandin. Ji ber ku gelê Kurd jî, gelên Rojhilata Navîn jî bi Rêber Apo bi ser dikevin. Ev yek gelekî baş tespît kirin. Rejîma faşîst a li Tirkiyeyê ne tenê êrîşî Kurdan dike. Di şexsê Kurdan de êrîşî mirovahiyê dike. Lewma êrîşî Rêber Apo dike. Dixwaze gelan, mirovahiyê bê rêber bihêle. Dixwaze vê yekê bi her kesî bide qebûlkirin. Lewma li her cihî çalakî hatin kirin."

EM Ê RÊVEBER Û ENDAMÊN MÎT'Ê DI DEMEKE NÊZ DE BI RAYA GIŞTÎ RE PARVE BIKIN

Li ser mijara rêveber û endamên îstîxbarata Tirk MÎT'ê yên ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, Besê Hozat got, "Di dîroka têkoşîna gelan de mînakên bi vî rengî kêm in. Girtina îstîxbaratvanên li cihên navendî yên rêxistina îstîxbaratê ya dewletekê wezîfedar in, kêm caran hatiye dîtin."

Hozat da xuyakirin ku kesên di destê wan de tenê du şexs nînin, hinekî din jî hene û wiha dewam kir: "Ev kesên navborî li cihên diyarker ên îstîxbaratê wezîfedar in, kesên ku mejiyê rêxistina îstîxbaratê ne. Lewma hin agahiyên girîng ên ku dane jî hene. Em ê hinekan ji wan di dema bê de bi raya giştî re parve bikin. Dewleta Tirk a ku xwe gelekî bi hêz nîşan dide, xwe weke dewleta herî xurt a herêmê û rêxistina herî xurt nîşan dide, bi vê yekê re hêza wê ya rastî eşkere bû. Berevajî îdîayên wan, dewleta Tirk bi taybetî jî dewlet, rejîma AKP-MHP'ê, dewleteke ewçend xurt nîne. Gelek qelsiyên wan hene, nuqteyên wan ên lawaz hene. Lewma di nava têkoşînê de derbên giran dixwin."

Cemîl Bayik jî li ser endamên MÎT'ê yên hatin girtin, ev nirxandin kir:

"Di rewşa heyî de vegotina her tiştî ne rast e. Di dema bê de wê hîn bêhtir agahî bên parvekirin. Rastiya Tayyîp Erdogan, Hakan Fîdan wê baştir bê fêhmkirin. Wê baştir were fêhmkirin bê ev dewlet li dijî Kurdan, li dijî sosyalîstan polîtîkayeke çawa dimeşîne.

Çima Erdogan, Bahçelî, Hakan Fîdan giraniyê didin ser şerê taybet û psîkolojîk. Çima hewl didin raya giştî ya hundir û derve bixapînin. Gelekî digotin ku wê heta bihara 2017'an PKK'ê biqedînin. Di vê çarçoveyê de qaşo wê şerekî gelekî mezin bimeşanda û encam bigirta. Lê di vî şerî de derbeke mezin xwarin. Bi taybetî di şerê îstîxbaratê de têk çûn. Di şerê dijî PKK'ê de têk çûn. Divê her kes vê bibîne, vê fêhm bike.

Kesên civakê dixapînin, yên dibêjin 'Em PKK'ê diqedînin, me qedand', yên digotin 'lê temaşe bikin, hûn ê bibînin', bi operasyona MÎT'ê re derket holê bê di çi rewşê de ne. Eşkere bû bê hêza wan çiqas e, çiqasî serketî ne. Ti serketineke wan nîne. Ya serketî PKK ye. PKK di şer de bi ser ket. Erdogan û Bahçelî winda kirin. Her wiha Hakan Fîdan ê karê îstîxbaratê ji wan re dike, çenteyê wan hildigire, winda kir. Ev rejîm ji ber ku rejîmeke psîkolojîk û taybet e, her tiştî berevajî nîşan dide. Her tiştî bi navê 'fetoyî' nîşan dide.

Bala xwe bidinê, kê bigirin jê re dibêjin 'ji feto ye'. Dixwaze Rewşa Awarte bimeşînin û bi vî rengî Kurdan û sosyalîstan bipelixînin. Dibêje 'xeteriya feto heye'. Halbûkî tiştekî wiha nîne. Ev perdeyek e, ya heyî; dijminatiya li Kurdan, dijminatiya li sosyalîstan, dijminatiya li PKK'ê ye. Gotina 'feto' bi kar tînin ku kes li ber ranebe. Dibe ku di dema pêş de ji bo van jî 'fetoyî' bê gotin, dikarin bêjin vane çûn xwe teslîmî PKK'ê kirin. Bala xwe bidinê; heta bûyera Reza Zarrab, heta gelek bûyerên li ewropayê, heta kuştina hevala Sakîne û hevalên wê, gotin 'Fetoyiyan kirin'. Ji bo Kiliçdaroglû jî vê dibêjin. Lê belê nikarin li qada navneteweyî vê bidin qebûlkirin. Ji ber ku her tiştî bi 'feto' vedibêjin, mîna berê kes pê bawer nake."

YEK JI ARMANCÊN BINGEHÎN ÊN SALA 2018'AN WÊ KARÊN JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ BE

Heveroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di dewama axaftina xwe de anî ziman ku yek ji karên herî girîng ên di nava salê de hatin kirin, hewldanên ji bo yekîtiya neteweyî bû ku bi pêşengiya KNK'ê hate kirin û got, "Kurdan di nava têkoşîna sed salî de berxwedaneke mezin nîşan dan û gelek destketiyên hêja bi dest xistin. Statuya li Başûr derketiye holê, statuya li Rojava derketiye holê, destketiyên li Bakur bi yekîtiya Kurdan dikarin garantî bibin. Ev yek jî bi nexşerê û stratejiya ji kongreya neteweyî derkeve holê, dikare pêk were. Ji ber vê yekê karê ji bo yekîtiya neteweyî ji bo tevahiya Kurdan karekî gelekî girîng e."

Hozat diyar kir ku karên ji bo yekîtiya neteweyî wê bibe yek ji armancên bingehîn ên sala 2018'an û got, "Em ê karê xwe yê di vî warî de li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat zêdetir bikin."