‘Tecrîd êrîşa li hemberî aştiya gelan e’- 3

Ocalan ê HDP’î destnîşan kir ku desthilata AKP’ê bi taybet ji sala 2015’an û vir ve ji bo desthilata xwe li ser lingan bigire li hember Rêberê Gelê Kurd tecrîdeke giran xistiye dewreyê û got: “Ev tecrîd êrîşeke li dijî aştiya gelan e.”

Polîtîkaya tecrîda girangkirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê de ye didome û salên dawî girantir bûye. Komîteya Pêşîgirtina li êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di rapora xwe de ya li ser girtîgehên Tirkiyeyê, destnîşan kir ku ya li Îmraliyê tê kirin, tecrîd û êşkence ye. Bi rapora CPT re, daxuyaniyên Kurdistaniyan ên li ser tecrîdê li qada navneteweyî pişrast bû ku bi salan e Kurdistanî balê dikişînin ser vê rastiyê.

‘GRTÎGEHA TAYBET Û PÊKANÎNÊN TAYBET’

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan anî ziman ku li Greva Îmraliyê pêkanînên taybet tên meşandin û wiha axivî: “Ev 21 sal in Birêz Ocalan li Greva Îmraliyê dibin tecrîdek giran de ye, tecrîd carna giran dibe carna jî li gorî demê sivik dibe. Di 5 salên dawî de dinava tecrîdê de tecrîd tê meşandin. Dewletê li Greva Îmraliyê girtîgehek taybet afirandine û li wir jî pêk anînên taybet tên meşandin. Nêrîna dewletê ya li dijî Îmraliyê nêrînek şaş û qirêje, nêrîna dijminatiyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin. Gelo çima ev dijmînatî li dijî Birêz Ocalan tê meşandin? Çima 21 sal in her roja ku diçe tecrîd girantir dibe? Birêz Ocalan li ser vê erdnîgariyê ji bo gelê Kurd, Tirk û Rojhilata Navîn jiyanek nû, aram û demokratîk pêşniyar kir û ji bo vê civakê xizmetek bê hepa kir. Gelên Kurdistanê bi rêya Birêz Ocalan û rê hevalên wî ji xewa giran hişiyar bûn û di vê sedsala 21’an de li mafên xwe yên rewa digerin, doza xwe dişopînin. Gelê Kurd jî dibêje, em weke gelek azad dixwazin azad û li gorî mafên xwe yên rewa bijîn. Kurd êdî dixwazin bibin xwedî statu. Dijmînatî û nêzîkatiya dewletê jî ji bo vê yeke ye. Dewlet bi xwe jî bandora Birêz Ocalan ya li ser gelên Kurdistanê baş dizane û ji bo vê yekê ji bi awayek dijmînatî nêzî Birêz Ocalan dibe.”

‘DEWLET DIXWAZE TOLÊ HILDE’

Omer Ocalan da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê hemû hiqûq, zagon û rêgezên xwe binpê dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirkiyeyê bêrêziyê li hemberî zagonên xwe jî dike. Çima bêrêziyê li hemberî zagonên xwe dike? Li Tirkiyeyê hiqûq li gorî daxwaza kesan tê birêvebirin. Kesan hiqûq ji nûve ava kiriye û li gorî xwe biryaran didin. Ji bo vê yekê jî dewlet li dijî gelê Kurd û Birêz Ocalan dijminatiyê dike. Dewlet bila baş bizane, êdî li ser vê erdnîgariyê ev tov hatiye rijandin û êdî dar û daristan şîn bûye. Gelê Kurdistanê şiyar bûye. Gelê Kurd weke Kurdê berê nîne, Kurd zana bûye. Her çar parçeyên Kurdistanê jî gelê Kurd îradeya xwe Birêz Ocalan nîşan dide. Gelê Kurdistanê û seranserî cîhanê ji felsefe, birdozî û ramanên Ocalan bandor bûye. Ji bo vê yêkê dewlet dixwaze tolê ji Birêz Ocalan û gelê Kurd bistîne. Ji dîrokê heta niha dewlet qala serhildana 29’an dike. Heta niha 28 serhildan rabûn, lê dewletê bi rêbazên çûda ev serhildan têkbirîn. Lê serhildana 29’an civak rakir li ser lingan û ji xewa giran hişiyar kir. Ji bo vê yekê jî dewelet ji vê serhildanê gelek acize û hewldide tolê hilde.”

‘TECRÎD BI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ DIKARE WERE ŞIKANDIN’

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan sînorên Îmraliyê derbas kiriye û tecrîd li ser tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Omer Ocalan bilêv kir ku ji bo ev tecrîd were şikandin divê di her alî de têkoşîn were bilind kirin û wiha dom kir: “Divê her kesê ku dibêje ez muxalifim, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen û rojnameger li dijî vê tecrîdê rabe û bertekên xwe bînin ziman. Tecrîd bi têkoşîn û berxwedanê tê şikandin. Heta tecrîd bidome wê tecrîda li ser gelan jî bidome.”

‘DIVÊ CPT GAVÊN ŞÎNBER BIAVÊJE’

Ocalan bal kişand li ser rapora CPT û ev tişt li ser axaftinên xwe zêde kir: “ Rapora CPT di rojên dawî de yek ji rojevên bingehîn e. Ev rapor ji bo me û gelê Kurd balkêşe. CPT ji bo ku raporê pareve bike ji dewleta Tirkiyeyê destûr xwestiye. Li ser erêkirina Tirkiyeyê ev rapor raya giştî re hatiye parevekirin. Divê raporê de çi heye? Destpêkê CPT tecrîda li ser Birêz Ocalan û sê hevalên li ba wîne qebûl dike. Dibêje, ev şert û mercên Birêz Ocalan tê de ye ji aliyê hiqûq û hiqûqnasan ve nayê qebûlkirin. Tecrîd bi awayek fermî ji aliyê CPT û dewleta Tirkiyeyê ve tê qebûlkirin. Ji ber çi ji aliyê Tirkiyeyê ve tê qebûlkirin? Ji ber ku ev rapor bi destûra Tirkiyeyê hatiye weşandin. 21 sal e Birêz Ocalan li Îmraliyê tê girtin û 21 sal e tecrîd berdewam dike. Lê mixabin CPT di sala 2017 û 2020’an de diçe grevê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk tîne. CPT li Îmraliyê tespîtên girîng dike û lê van tespîtan nake rapor û bi raya giştî re pareve nake. Divê CPT gavên şînber biavêje.

Belê cara yekemîn e ku tecrîd ji aliyê saziyeke fermî ve hatiye qebûlkirin. Di rapora CPT de têkildarî têkiliya Birêz Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbata xwe re tiştekî zelal nîne. Di vê nuqteyê de xwedî kêmasî ye. Dîsa di vê raporê de dewletên endamê vê saziyê jî der barê tecrîdê de nehatin hişyarkirin. Diviyabû ev dewletên endamên vê organê der barê tecrîdê de hişyar kiriba. Di nav van 21 salên tecrîdê de CPT heta niha tenê du rapor pêşkeş kirine. Di raporan de ne tenê tê diyarkirin ku Tirkiye bendewariyan nayîne cih. Yanî li gor armanca damezirandina CPT daxuyaniyek nîne. Ya rastî divê mirov têkiliya Tirkiye û dewletên pêwendîdar a bi tecrîdê re bigire dest. Ligel vê raporên CPT Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî eleqedar dike. Di vê mijarê de divê Tirkiye were hişyarkirin. Ji ber li Tirkiyeyê rejîmeke keyfiyetê heye. Tevahî welat û sazî vê dizanin ku rejîma yek kesî ya Tayyîp Erdogan heye.  Dîsa di raporê de têkildarî rewşa Birêz Abullah Ocalan ê 21 sal in di girtîgehê de ye daxuyaniyeke zelal nîne. CPT tenê di çarçoveya pêşniyaran de tişt gotine. Divê CPT rol û misyona xwe bîne cih û gavên şînber biavêje. Têkildarî rakirina tecrîdê di asta navneteweyî de û li Tirkiyeyê gelek rolên girîng dikevin ser milê saziyên mafên mirovan, saziyên civaka sivîl û siyasete.”

‘ŞIKANDINA TECRÎDÊ AVAKIRINA AŞTIYÊ YE’

Ocalan destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîdê ve girêdayî ye û got: “Heta tecrîd neyê şikandin li Tirkiyeyê û Rojhilata çareserî çênabin. Lewma tevahî gelên li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û tevahî beşên di nav tevna enternasyonalîst de cih digirin li hemberî tecrîdê divê helwesteke zelal, bi biryar, bi bawerî nîşan bidin, aktîvîteyên ji bo vê pêş bixin. Şikandina tecrîdê ya rastî tê maneya li Tirkiyeyê şer bi dawî bibe, li Rojhilata Navîn jî xeta sêyemîn a ji pergalên heyî dibihure dê derxe holê. Şikandina tecrîdê aramiya li Rojhilata Navîn e. Bi şikandina tecrîdê re rê li ber paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîst û azadîxwaziya jinê jî tê vekirin. Dema tecrîd bê şikandin û dengê Birêz Ocalan bigihîje gelan wê nefesê bistînin û em dibêjin şikandina tecrîdê avakirina aştiyê ye. ”