BI DÎMEN

'Tecrîd biqede wê Tirkiye aram bibe'

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cemal Demîr diyar kir, 5 sal in ew nikarin muwekîlê xwe bibînin û got, 18 sal in tecrîd bi awayek sîstematîk didome. Demîr da xuyakirin, tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî gelê Kurd e.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne û tecrîdek şidandî li ser wî heye. Têkildarî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji parêzerên Ocalan Cemal Demîr jî ANF’ê re axivî û diyar kir, tecrîd li dijî hiqûqê ye. Demîr got, tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî gelê Kurd e.

'TECRÎD BI RÊK Û PÊK DIDOME'

Parêzerê Ocalan Cemal Demîr anî ziman, ji sala 1999'an û vir ve bi awayekî rêk û pêk tecîda li ser Ocalan didome û wiha axivî: "Hevdîtina me ya bi Ocalan re bi awayek nehiqûqî ji 2011’an û vir de bi hincetên cuda tên astengkirin. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî hevdîtina girtiyan mafekî xwezayî ye û pêwîste bi ti awayî neyê astengkirin. Ji bo em bikarin bi muwekîlê xwe rêzdar Ocalan re rûnên, me gelek caran serî dadgeh, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Tecrîda li ser Ocalan îşkenceya li ser gelê Kurd e. Ji bo dawî li tecrîd û îşkenceyê bê bi dehan caran me hevdîtin bi CPT re kir. Lê belê tevî hemû serlêdanên me CPT ti bersiveke erînî neda me."

'MAFÊN HIQÛQÎ TÊN ASTENGKIRIN'

Demîr destnîşan kir, di dema pêvajoya çareseriyê de jî tecrîde şidandî li ser Ocalan dewam dikir û wiha pê de çû: "Ji sala 2011'an û vir de bi ti awayî parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Di dema pêvajoya çareseriyê de tecrîda li ser Ocalan hinek sivik bû, lê belê tecrîd didomiya. Ji derveyî heyetên dewletê û HDP’ê me nedikarî muwekîlê xwe bibînin. Mafên Ocalan ên hiqûqî û hiqûqa navneteweyî hene. Hemû mafên Ocalan ên hiqûqî ji sala 2011’an û vir de tên astengkirin. Bê hiqûqî û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin ji derveyî qanûna navneteweyî ye. Tecrîda li ser Ocalan li ser tevahî gelên Kurdistanê ye."

'DIVÊ CPT BI ERKA XWE RABE'

Demîr bal kişand li ser nêzîkatiyên CPT ên li dijî îşkenceya Îmraliyê û ev tişt got: "Beriya niha gelek caran heyetên CPT hatin Tirkiyeyê û li girtîgehên cuda geriyan. Piştî Rewşa Awarte heyeta  CPT hate Tirkiyeyê û bêyî ku serî li Îmraliyê bide vegeriya. Her wiha beriya Rewşa Awarte CPT serdana Îmraliyê kiribû lê belê bêyî ku ti daxuyaniyê bide dîsa vegeriyan bû. Divê CPT bi erka xwe rabe û demildest serdana Îmraliyê bike."

'MIFTEYA AŞTIYÊ OCALAN E’

Demîr da zanîn, eger Ocalan bikeve dewrê wê Tirkiye aram bibe û got: "Tecrîda li ser Ocalan gefa li dijî gelê Kurd e. Di şexsê Ocalan de gelê Kurd tê tecrîdkirin. Li Tirkiyeyê şerekî kûr tê meşandin. Her ku diçe li Tirkiyeyê krîz kûr dibe. Eger Ocalan bikeve dewrê û rêyên diyalogê were vekirin wê Tirkiye aram bibe. Li Tirkiyê mifteya aştiyê Ocalan e. Ji bo vê yekê divê demildest tecrîd bidawî bibe."