'Tecrîd agirê şer gurtir dike'

Parlamenter Salîha Aydenîz diyar kir ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîne de rola Ocalan girîng e û got, ji destpêka komarê heta niha polîtîkayên pişaftinê li gelê Kurd hatin ferzkirin û weke ku qet nebin tên hesibandin. 

Her çend piştî çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke hatibe şikandin, lê belê zêdetirî meheke serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ên ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bêbersiv hatine hiştin. Beriya hilbijartinên şaredariya Stenbolê ya 23’yê Hezîranê, Ocalan bi parêzerên xwe re çar caran (ji bilî serdaneke ku berê hatibû kirin) û bi malbatê re carekê hevdîtin pêk anî. Ocalan di hevdîtineke xwe de ji parêzeran re wiha gotibû; ‘piştî mehekê mêze bikin’ û bi vê gotinê hişyarî dabû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 18'ê Hezîranê de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî. Piştî wê hevdîtinê gelek caran parêzer û malbatê serlêdan kirin, lê hevdîtin pêk nehat. Careke din derket holê ku sozên hatine dayîn derew in û parçeyek ji lîstika şerê taybet in. Hêjayî gotinêye ku di pêvajoya diyalogê de jî Ocalan hişyarî kiribû û gotibû baldar bin. Ji xwe tiştên ku piştî nîsana 2015’an qewimîn hişyariyên Ocalan piştrast kir. Niha ji hikûmeta AKP-MHP’ê heman polîtîka xistine dewreyê û pêkanînên wan heman in.

Endama Dîwana Hevserokatiya KCD û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz tecrîda li ser Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên AKP’ê yên xistine dewrê axivî.

‘BI TECRÎDÊ RE LI DIJÎ KURDAN ŞER DAN DESTPÊKIRIN’

Aydenîz da zanîn ku hikûmeta AKP’ê li dijî Kurdan polîtîkayên sedan salan ên komarê dide meşandin û anî ziman ku ev polîtîkaya şer ne tenê li dijî Kurdan e û li dijî gelê Tirkiyeyê jî tê meşandin. Aydenîz destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê li ser rejîma yek kesî hatiye damezirandin û wiha axivî: “Bi sedan sal e desthilata vî welatî poltîtîkaya pişaftin û dagirkirinê ji bo xwe bingeh girtiye û li ser vê bingehê êrîşî neteweyan dikin. Ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir de tecrîdekî girankirî li ser Birêz Ocalan dihat meşandin. Hikûmeta AKP’ê bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re şerekî kûr û ber fireh li dijî Kurdan da destpêkirin.”

‘PIRSGIRÊK BI RÊBAZÊN DEMOKRATÎK BÊN ÇARESERKIRIN’

Aydenîz bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate destpêkirin û wiha pê de çû: “Di navbera salên 2014-2015’an de di pêşengtiya Birêz Ocalan de pêvajoyek hate destpêkirin. Ev pêvjo ji bo gelên Tirkiyeyê bû hêvî. Birêz Ocalan herdem pirsgirêk bi rêbazên demokratîk xwest bên çareserkirin. Birêz Ocalan ji pêvajoya di sala 1993’yan heta niha her tim pêşniyara ‘rêya sêyemîn’ dike.Daxwaz û armanca bingehîn a Birêz Ocalan ji bo agirbestan ew bû ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Di sala 2004-2005’an de pênaseya rêya sêyemîn kir. Bi ‘rêya sêyemîn’ wê civak bikare xwe birêxistin bike û xwe bi xwe qadên ku bikare pê bijî ava bike. Lê belê li dijî bangên Birêz Ocalan rejîma AKP-MHP’ê deriyê aramiyê girtin û li dijî Kurdan şerekî kûr û berfireh dan destpêkirin.”

‘GREVÊN BIRÇIBÛNÊ LI AKP’Ê GAV DA AVÊTIN’

Aydenîz bilêv kir ku tecrîd ji roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê heta niha heye û ev tişt got: “Girtîgeha Îmraliyê li derveyî qanûnên Komara Tirkiyeyê tê birêvebirin û ev her diçe zêdetir dibe. Komara Tirkiyeyê Girtîgeha Îmraliyê ji bo polîtîlkayên xwe yên hundurîn kir amûrek. 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Li gel Leyla Guven hezaran Kurd dengê xwe li dijî tecrîdê bilind kir û bû sedem ku AKP-MHP naçar bimîne ku gavê paşde bavêje. Her wiha berxwedana dayikên laçikspî çalakiyên greva birçîbûnê xistin rojeva Tirkiyeyê. Vê berxwedana dîrokî zextekî mezin li ser AKP’ê çêkir û neçar hişt ku gav biavêje. Di hilbijartinên dawî de jî AKP’ê winda kir. Stenbol, Enqere, Îzmîr, Antalya, Edene, Mersîn çend ji van bajaranin. Yên ku li van bajaran nebin hêza yekemîn, nikarin bibin desthilatdar. Yan jî ji desthilatdariyê dikevin. Partiyên li wan herêman neyên hilbijartin, nikarin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Li van bajaran Kurdan hêza xwe bi rengekî vekirî nîşan dan. Helwesta Kurdan hêrsa li dijî tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bû.”

‘OCALAN XWEDÎ ROLEK GIRÎNG E’

Aydenîz da xuyakirin ku di çareserkirina pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka Rojhilata Navîne de, birêz Ocalan xwedî rolekî girîng e û wiha got: “Birêz Ocalan herdemê dibêje, ‘Gelên me yên bi sedan salene bi hev re dijîn, di nava salên dawî de li hev hatine sorkirin û bi hev hatine şikandin.’ Ji destpêka komarê heta niha gelê Kurd rastî polîtîkaya pişaftinê tê û weke ku qet nebin tên hesibandin. Li dijî vê hişmendiyê jî birêz Ocalan, rêya sêyemîn nîşan dide. Di hilbijartina Tirkiyeyê de rêya sêyemîn ya Birêz Ocalan bi ser ket. Ji ber ku rêya sêyemîn bi ser ket rejîma faşist ya AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd şer îlan kir û dest bi dagirkirina xaka Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê kir.”