BI DÎMEN

Tebqa wê bi biratiyê azad bibe

Şervanên QSD'ê, ku dor li Tebqayê girtine, kêm maye xwe berdin nava navenda bajêr. Şervanên Kurd û Ereb li rex hev, ji bo rizgarkirina Tebqayê şer dikin.

Ji şervanên QSD'ê yên Ereb Mûsa Azîz û Alî Îsa diyar kirin, gelên li ser vê axê xwişk û birayê hev in, lê belê ev biratî di çeperên şer de xurtir bûye.

Operasyona ji bo rizgarkirina navend û derdora Tebqayê, ku di şeva 21'ê Adarê de dest pê kir, dewam dike. Şervanên QSD'ê yên bi pêşengiya YPG'ê, bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya bi lîderiya DYA, dor li bajêr girtine û li taxên derve yên li rojava û başûrrojavayê welêt bi cih bûne. Ji şervanên Ereb ên li eniya Tebqayê Mûsa Azîz û Alî Îsa ji ANF'ê re axivîn.

'EM Ê DAWÎ LI DAGIRKERIYÊ BÎNIN'

Mûsa Azîz diyar kir, ku ew niha li taxên derveyî bajêr in û anî ziman, ji bo xwegihandina vê derê wan gelek ked dane û fedakariyên mezin hatine kirin. Azîz ragihand, piştî ku ew ji bendavê derbas bûn û qiraxên bendavê dorpêç kirin, wan xwe gihandine vî cihê niha lê ne û destnîşan kir, ya ku ji niha û pê ve ew ê bikin, paqijkirina Tebqayê ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Azîz got, "Weke şervanên QSD'ê em bawer in ku em ê dawî li dagirkeriya DAIŞ'ê bînin. Em ê bi ser bikevin."

BIRATIYA LI ENIYA ŞER MEZIN DIBE

Şervanê QSD'ê Alî Îsa jî diyar kir, operasyona ji bo rizgarkirina Tebqayê dest pê kir, gihîştiye qonaxeke girîng û got, "Me heta niha dor li bajêr girtin û çeperên xwe zexm kirin. Dorpêçî temam bû. Niha em li taxên derveyî bajêr in. Êdî em nêzî çeteyên li nava bajêr in."

Alî Îsa bal kişand ser karakterê siyasî yê QSD'ê û got, "Em weke şervanên Kurd û Ereb li vê derê li kêleka hev şer dikin. Gelên li ser vê axê xwişk û birayê hev in, lê belê ev biratî di çeperên şer de xurtir bûye."