Tê gotin, PDK çekan ji leşkerên Tirk re dibe

Tê gotin, PDK'ê gelek çek û cebilxaneya li fermandariya xwe ya li Duhokê biriye ji baregeha leşkerên Tirk a li Sirê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên xwecihî wergirtiye, sewqiyata leşkerî doh saet 16'an dest pê kiriye û heta îro serê sibehê domiya ye.

Li gorî agahiyan ji cebilxaneyên li herêmên Dolemer û Barzanê jî gelek çek û cebilxane ji bo heman baregeha leşkerî hatine şandin.

Tê gotin, çeteyên DAÎŞ'ê yên li Çiyayê Qereçoxê yê Mexmûrê jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin û ber bi baregehên dewleta Tirk ên li Sirê û Behdînanê hatine şandin.