Taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê bi darê zorê tên valakirin

Polîsên Tirk bend danîn dora taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê û xaniyên ku têkildarî wan biryara hilweşandinê dane, bi zorê vala dikin.

Hêzên çekdar ên dewleta Tirk, bi navê 'Veguherîna bajar' ji meha Gulanê û vir ve taxên Alîpaşa û Lalebey ên navçeya Sûr a Amedê xera dikin. Beşeke mezin a her du taxan hatine hilweşandin. Niha jî xaniyên mirovên li ber hilweşandinê radibin tên xerakirin. Polîsên Tirk danê vê sibehê bend danîn dora her du taxan û ketin û derketina ji taxê girtin. Mirovên ku ji malên xwe dernakevin jî bi darê zorê derdixînin.

Di nava vê zext û zordariya hêzên çekdar ên dewleta Tirk de, şêniyên her du taxan her li ber xwe didin. 

Di çarçoveya fermana Walîtiya Tirk a Amedê de, dor li her du taxan hatiye girtin û ferman hatiye dayin ku xaniyên li taxên navborî bi zorê werin valakirin.