Tax bi tax kolan bi kolan banga beşdariya mitîngê 

Parlamenter û rêveberên HDP’ê yên Wanê ji bo mitînga sibê kolan bi kolan, tax bi tax geriyan û gelê Wanê vexwendin mîtîngê. 

HDP wê sibê bi dirûşmeya “Em nesekinin, em faşîzmê bidin sekinandin” li Wanê mitîngekê li dar bixe. Ji bo lidarxistina mîtîngê xebatên HDP’ê didomin. Mitîng li ber Parka Aştiyê ya Mûsa Anter wê bê lidarxistin. Rêveberên HDP û DBP’ê di çarçoveya amadekariyên mîtîngê de kolan bi kolan û tax bi tax digerin û gel vedixwînin mîtîngê. 

LI HER NOQTEYÊ GEL VEDIXWÎNIN 

Hefteyek e xebatên amadekariyên mîtîngê didomin û li 3 navçeyên navendî yên Wanê li hemû bazar, park, salonên dawetan û welatî û esnaf hatin ziyaretkirin û hemû kes vexwendin mîtînga ku wê sibê saet di 15.00’an de were lidarxistin. Rêveberan behsa girîngiya mitîngê ji gel re kirin û dan zanîn ku ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin û ji ber vê yekê jî diyar kirin ku xwedîderketina li demokrasî, edalet û wijdan girîng e. 

Li seranserê bajêr tax bi tax kolan bi kolan 2 otobus û 3 minîbusên anonsê digerin û banga beşdariya mîtîngê tê kirin.