‘Tavilê divê daxwazên girtiyên ketine greva biçîbûnê bên qebûlkir

Parlementerê HDP’ê Habîp Eksîk bang kir ku tavilê divê daxwazên girtiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bên qebûlkirin.

Parlementerê HDP’ê Habîp Eksîk anî ziman ku bidawîbûna polîtîkayên şer û pêkhatina aştiyê bi dawîbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mimkûn e, bang kir ku divê tavilê divê daxwazên girtiyên ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê bên qebûlkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin 22 sal in di nava tecrîdê de ye. Serlêdanên malbat û parêzeran bi hincetên weke rewşa hewayê xirab e, koster xirabe ye, cezayê displînê rê nayê dayîn ku hevdîtinê pêk bînin. Mafê telefonê piştî 22 salan cara yekem 27’ê Nîsanê pêk hat.

Hemû serlêdanên piştî 23’yê Îlonê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hinceta ‘Nexşerêya’ sala li gel parêznameyên xwe yên sala 2009’an ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) şandibû, hevdîtin 6 mehe qedexe kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK’î û PAJK’ê 27’ê Mijdarê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkiribû, dewam dike.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Habîp Eksîk têkldarî tecrîdê axivî.

‘TECRÎD GELAN DIKE HEDEF’

Eksîk da xuyakirin ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gel li dijî qanûnên netewî û navnetweyî ye jî, li aliyê din sûcê mirovahiyê ye. Eksîk bang li hikûmetê kir ku dev ji van sûcan berde. Eksîk bal kişand ku di rewşa heyî de tecrîda li Îmralî tê kirin, gelan dike hedef.

Eksîk anî ziman ku xebatên partiyên siyasî bi hêzên ewlekariyê dixwazin bi tepisînin, mirov ji ber desthilatê rexne dikin tên destgîrkirin û girtin û got: “Tên êşkencekirin, mirinên ku berpirsyar ne diyar in pêk tên. Di şexsê Girtîgeha Îmraliyê de hemû civak û gelê Kurd tê tecrîdkirin. Di vî milî de divê li dijî tecrîdê têkoşîn bê kirin.”

‘TENDURISTIYA OCALAN DI XETERIYÊ DE YE’

Eksîk wiha domand: “Girtina kesekî bi temen û nexweşiyên kronîk heyî ya li girtîghê û di bin tecrîdê de hiştin nayê qebûlkirin. Divê di vê mijarê de Wezareta Edaletê însiyatîfa xwe bikar bîne, desthilat jî dev ji vê polîtîkayên xwe yên şaş berdin. Ji ber tecrîda li ser Ocalan tenduristiya wî di xeteriyê de ye. Mirovên ku tecrîd li ser tên kiri, nayên bêdengkirin, nikarin pêşiya ramanên wî bên girtin. Di warê tenduristiya Ocalan de divê şert û merc tavilê bên asayîkirin, rê bê dayîn ku malbat û parêzer hevdîtinê li gel bike. Ez weke doxtor û parlementerek dibêjim ku; ev yek pêkanînekî der mirovî ye û divê dawî bê anîn.

BERPIRSYAR HIKÛMET E

Eksîk bal kişand ser girtiyên li girtîgeha dest bi greva birçîbûnê kirine û diyar kir ku fikarên wan hene ku mîna çalakiya sala borî bibe û rê li ber mirina veke û got: “Sala borî di encama çalakiya greva birçîbûnê de bi qismî jî be tecrîd hate rakirin, lê rayedarên dewletê sozên xwe bi cih neanîn, tecrîd domandin. Di vê rewşa pandemiyê de li şûna girtî bên azadkirin, di grevê de ne. Tavilê divê girtî bên azadkirin. Wezareta Edaletê divê têkildarî daxwazên girtiyan agahî parve bike. Divê tecrîd bi dawî bibe. Berovajî dibe ku grevên birçîbûnê rê li ber karesatekî mezin veke. Tecrîd jixwe li diî jiyanê ye. Di vê mijarê de berpirs bi temamî hikûmet e.”

Herî dawî Eksîk bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk, partiyên siyasî kir ku hestyar û destekê bidin.