Taşçier: Kurd wê careke din dersê bidin desthilatdariyê

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar ki rku desthilatdarî dikare bi destê dadgeriyê HDP'ê bigire, lê belê wê encama dixawze bi dest nexe. Taşçier got, "Eger bi êrişa li ser Kurdan dixwazi hilbijartinê bikin, wê Kurd dersa duyemîn bide wan."

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier li ser hewldana desthilatdariya AKP-MHP-Ergenekonê ya ji bo girtina HDP'ê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku yên doza girtinê vekirine wê ji ve hewldanê ti sûdê wernegirin. Taşçier anî ziman ku siyaseta li Tirkiyeyê xitimiye û bi zexta li ser Kurdan hewl didin ji vê rewşa xitimînê derkevin.

DESTHILATDARÎ TENGAV BÛYE

Taşçier diyar kir ku desthilatdariya êrişî Kurdan û dostên wan dike, hewl dide pirsgirêkên civakî yên bêkarî û xizaniyê binixumîne û got, "Ji ber vê yekê jî her roj li ser girtiya HDP'ê diaxivin û girtina wekîlan nîqaş dikin. 5 salên dawî rojeva welêt bi vê yekê mijûl kirin. Ev yek jî nîşan dide bê desthilatdarî di rewşeke çawa ya xitimînê de ye. Ji xwe dadgerî êdî di destê desthilatdariyê de ye, lewma dikare rojekê HDP'ê bigirin. Lê belê di rewşeke wiha de AKP wê bi temamî winda bike."

KURD WÊ CAREKE DIN DERSÊ BIDIN WAN

Taşçier ragihand, eger AKP HDP'ê bigire, wê hilbijêrên Kurd ên AKP'î jî li ber vê neheqiyê bêdeng nemînin û ev nirxandin kir: "Hêz û kesên demokratîk ên li Tirkiyeyê wê xwe li vê rewşê ranegirin. AKP'ê sala 2019'an bi êrişa dijî Kurdan kete hilbijartinên xwecihî lê belê gelê Kurd li Stenbolê û bajarên din ên mezin dersa wan da. Tenê li Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi 800 hezar dengên zêdetir bû şaredar. Niha jî rewşek bi heman rengî heye. Eger bi êrişa li ser HDP'ê dixwazin tevlî hilbijartinê bibin, Kurd wê careke din dersê bidin wan."

LI DIJÎ KURDAN DIKARIN LI HEV BICIVIN

Taşçier bi bîr xist ku HDP hem ji aliyê desthilatdariyê hem jî ji aliyê muxalefetê ve her roj tê nîqaşkirin û got, "Mînak hîn doh CHP'ê xwendina 'sonda me' li dibistanan nîqaş kir. Dema ku sirûdeke faşîst û paşverû ya ku sala 1930'î hate nivîsandin mijar be, li dijî Kurdan hemû dikarin bi hêsanî li hev bicivin. Her wiha dema ku Rojava dagir kirin, ji bilî HDP'ê partiyek bi tenê jî li ber ranebûn. Di destûrnameya ji bo Lîbyayê de li heman refî cih negirtin, ji ber ku li wir Kurd tune bûn. Her roj li televîzyonan li ser HDP'ê diaxivin, lê belê HDP'iyek bi tenê jî di dema axaftinê de li wir nîne."

LI AMEDÊ JI 10 KESAN 8 KES DENGÊ XWE DIDE HDP'Ê

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier got, "Em dixwazin ku xwe li erdnîgariya xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em dixwazin ku nasnameya me bê naskirin, bi zimanê xwe yê dayikê karibin perwerdeyê bibînin" û wiha dewam kir: "Mînak li Hindistanê 17 zimanên fermî hene. Li Pakistanê jî rewş bi heman rengî ye. Li van welatên ku weke 'welatên paşmayî' têne pênasekirin, rewş bi vî rengî be çima heman tişt ji bo Kurdan jî derbas nebe? Em li ser van daxwazan siyasetê dimeşînin, lê ew dibêjin 'HDP welêt parçe dike'. Di çapemeniya neteweyî de qet cih nadin van daxwazên HDP'ê. Li gel ewqas zext û zilmê jî li Amedê ji her 10 kesên dimeşin 8 kes dengê xwe dide HDP'ê. Statîstîk hemû vê yekê nîşan dide."