Tankeke din a artêşa Tirk li Minbicê hat rûxandin

Tankeke din a artêşa Tirk a dagirker ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rûxandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Minbicê dewam dikin. Tankeke artêşa Tirk û çeteyên wê, ku êrîşî gundê Boxaz dikir, ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rûxandin.

Wekî din, li gundê Boxazê 7 çeteyên artêşa Tirk ahtin kuştin. Cenazeyên çeteyan li gundê di kontrola şervanan de ye.

Di bomberdûman artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, ji duh heta niha 94 topên hawanê li gundên Boxaz, Xalîde û Gorhiyokê ketin.

Duh bi şev jî maşîneke zirxî ya artêşa Tirk hatibû rûxandin.