Talankerê şaredariyê ava kanalîzasyonê dide gel

Qeyûmê ku dest daniye ser şaredariya Colemêrgê, ava kanalîzasyonê weke ava vexwarinê dide gel. Ji ber vê yekê gelek nexweşî li Colemêrgê der bûne.

Talankerê şaredariya Colemêrgê beriya niha xaniyên ji hezaran salî yên li Colemêrgê xera kir û hemû xizmetên di dema şaredariya DBP'yî de hatin kirin, rawestand. Şaredariya DBP'yî qîr rijandibû ser hemû rê û kolanên li navend û taxên Colemêrgê. Qeyûmê ku dest danî ser şaredariya Colemêrgê, weke karê destpêkê rêyên ku şaredariya DBP'yî sererast kir, xera kir. Yek ji xizmetên girîng ên şaredariya DBP'yî jî ava vexwarinê bû. Şaredariya DBP'yî ava paqij a vexwarinê gihand tevahiya Colemêrgê. Lê belê qeyûmê AKP'yî ava paqij li ser gel birî. Û niha ava kanalîzasyona leşkerî dide gel.

AVA KANALÎZASYONÊ DIDE GELÊ COLEMÊRGÊ

Talankerê şaredariyê, ava çemê ku kanalîzasyona Tûgaya Hakkarî Dag Komando tevlî dibe, dide gelê Colemêrgê. Çemê Otlûca ku ji ber tûgaya leşkerî diherike, ji ber kanalîzasyona leşkerî herimiye. Tûgaya ku xisareke mezin li xwezayê dike, niha jî zerarê dide gel. Qeyûmê AKP'yî li qiraxa Çemê Otlûcayê bîr kolaye û ava kanalîzasyona leşkerî ya ji wir tê derxistin dide gel. Ji ber vê avê li zarok û extiyaran gelek nexweşî der bûn. Nexweşiyên emel, serêşî, êşa mîdê rû dan. Bi hezaran mirov ji ber van nexweşiyan serî li navendên tenduristiyê û servîsên lezgîn dan. Ji ber ku li Colemêrgê xizmeteke têrker a tenduristiyê nîne, nexweş neçar dimînin biçin Wanê.

Şêniyên Colemêrgê ji talankerê AKP'yî nerazî ye. Welatiyekî ku zarokên xwe ji ber van nexweşiyan rakir nexweşxaneyê got, "Piştî ku qeyûm hat Colemêrgê em nexweş ketin. Rêyên me hingî xerabe ne, ji dozê em nikarin lê bimeşin. Çop nayê hevdan. Niha jî ava kanalîzasyonê didin me. Ji dema ku tûgaya leşkerî ava bû û vir ve ava kanalîzasyona wê diherike nava çem. Her kes zane ku çemê Otlûca ji ber tûgayê gemarî bûye. Tevî vê yekê jî ava wî çemî didin gel. Ev yek bi zanebûn tê kirin. Em qeyûman li Colemêrgê naxwazin. Bila dewlet û qeyûm destên xwe ji me û xwezaya me bikişînin."

Welatiyekî din jî got, "Li çiyayên me ava paqij gelek e. Dîroka Colemêrgê bi ava xwe ya paqij tê naskirin. Li cihekî ku ava xwe ya paqij gelek e, nayê qebûlkirin ku ava kanalîzasyona leşkerî bê dayin. Hema bêjin her kes niha nexweş e. Sedema vê jî ava ku qeyûm dide me." Welatî destnîşan kir ku qeyûm bi zanebûn ava kanalîzasyonê dide gel.