TAJÊ êrîşa terorî ya Tirk a li ser Nexweşxaneya Sikêniyê şermezar kir -NÛ BÛ

Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Haco êrîşa terorî ya Tirk a li ser Nexweşxaneya Sikêniyê ya şermazar kir û got, ''Hikûmeta Iraqaê li kû ye?''

Doh saet 3’an dewleta Tirk ya dagirker êriş anî ser Nexweşxaneya Gel ya gundê Sikêniyê yê girêdayî Şengalê. Di encama êrişê de bi giştî 14’de birîndar û şehîd çêbûn.

Ev du roj in bênavber dewleta Tirk bi hovane êrişê tîne ser Şengalê. Bi bombebaran dewleta Tirk16’ê mehê şervan û fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, Isa xwedêda  bûn armanc û şehîd ketin. Doh jî heman hovîtî vê carê li gundê Sikêniyê yê girêdayî Şengalê hate kirin. Dewleta Tirk bê ku guh bide qanunên mirovî û kanunên şer doh bênavber nexweşxaneya gel ya ji hêla YBŞ’ê ve ji gel re hatî çêkirin bûmbe baran kir. Di bombebarê de 8 Şehîd û 6 bîrîndar çêbûne.  

 Piştî lêdana balefirên dewleta Tirk yên li ser nexweşxaneya ku di nava gundê sikiniyê de, her çiqasê şêniyên gund û xelkê herêmê dixwest birindaran rizgar bikin jî dewleta Tirk bêyî bêje gel e, zarok û dayik in dubare  li nexweşxaneyê  xist. Rexmê wê jî gelê herêmê her çû ku li cihê bûyerê zêdetir bû, heya saet 11’an gel bênavber şehîd û bîrindarên xwe ji bin kavilên nexweşxaneyê derdixistin.

Rêveberiya Xweser û TAJÊ li cihê bûyerê bi pêkhateyên Ereb û Êzidiyan re bi hev re daxwiyaniyek li ser êrişê dan. Daxwiyanî ji aliyê Berdevka (TAJÊ) Rîham Hico ve hate dayîn.

Endama Koordînasyona TAJÊ Rîham Hico wiha got: “Em êrişên dewleta Tirk yên hovane, nemerdane û dijmirovî şermezar dikin. Ev êrişên dewleta Tirk yên li ser civaka Êzidî ne êrişên nû ne, ev 74 ferman e kû dewleta Tirk destê wî di nava tevan de heye. Em baş dizanin ku dewleta Tirk a xwînmij û dujminê me yî herî hov e. Tişta em pê bi hêrs kiryarên hukumeta Iraqê ye. Parlementer serokwezîr û dewleta Iraqê li kû ne. Digotin  Şengal parçeyek ji axa Iraqê ye. Wiha xwedî li axa xwe derdikevin? Her çara ku şandeyek ji Iraqê tê şengalê dewleta Tirk van êrişan tîne ser me. Em tevgera jinên Êzîd tucaran ji doza xwe venegerin em ê her li ser doza şehîdên xwe bin. Em ê şehîdan bidin, êşê bijîn lê tucaran em dest ji doza xwe ax û welatê xwe bîr û baweriya xwe bernadin.”