TAJÊ: Em ti carî ked û lehengiya HPG û YJA Starê ji bîr nakin

TAJÊ: Heta em sax bin em ê xwedî li hêza HPG û YJA Starê derkevin. Hêza me ji berxwedaniya wan e. Bi saya lehengiya şervanên azadiyê îro Êzidxan li ser piyan e, li ber xwe dide. Em dev ji mafê xwe yê azadiyê bernadin.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 3'an a vekişîna hêzên gerîla ji Şengalê daxuyaniyek da, ku gerîlayên HPG û YJA Starê yên dest li fermana 3'ê Tebaxa 2014'an werda bûn, piştî ku wezîfeya xwe bi cih anîn di 1'ê Nîsana 2018'an de bi merasîmeke fermî ji Şengalê vekişiya bûn.

Di daxuyaniyê de fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a bi destê DAÎŞ'ê li Şengalê rabû hate bibîrxistin, ku ji ber reva zêdeyî 7 hezar hêzên çekdar ên PDK'ê û hêzên leşkerî yên Iraqê, li Şengalê qirkirinê dest pê kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi destwerdana şervanên azadiyê yên HPG, YJA Star, YPG û YPJ'ê, bi hezaran mirovên ji şêniyên Şengalê ji fermanê hatin rizgarkirin û çiyayê Şengalê jî bû hêlîna lehengan.

TAJÊ diyar kir kud i nava 3 salên tijî berxwedan û têkoşînê de hêzên HPG û YJA Starê bi dehan gundên Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar kirin û di encama vê berxwedanê de jî bajarê Şengalê bi temamî ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo parastina xaka pîroz bi sedan şehîd hatin dayin. Keç û xortên Êzidxanê ku wan jî li kêleka şervanên HPG û YJA Starê şer kirin, li ber xwe dan, hêza xwe ya YBŞ û YJŞ'ê ava kirin. Îro ev hêz bi canê xwe civaka Êzidî diparêze."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên HPG û YJA Starê erka xwe ya exlaqî û wijdanî bi cih anî û di 1'ê Nîsana 2018'an de berê xwe dan wargehên pîroz, çiyayên azad û bi xemgînî xatir ji civaka Êzidî xwestin.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi navê civaka Êzidî bi taybetî jî jinên Êzidî em ti carî berxwedan û lehengiya şervanên xwe ji bîr nakin. (...) Heta em sax bin em ê xwedî li hêza HPG û YJA Starê derkevin. Hêza me ji berxwedaniya wan e. Bi saya lehengiya şervanên azadiyê îro Êzidxan li ser piyan e, li ber xwe dide. Em dev ji mafê xwe yê azadiyê bernadin."