'Agir jî bi ser me ve bibarînin em ê serî netewînin' -NÛ BÛ

Jinên Êzidî li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rabûn: Bila zanibin; agir jî bi ser me ve bibarînin, bombeyan jî bibarînin em ji wan natirsin. Em ê ti carî serî netewînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Jinên Êzidî nerazîbûn nîşanî êrişa dewleta Tirk a li gundê Sikêniyê yê Şengalê da ku bi balafirên bêmirov ên biçek bombe li nexweşxaneyê barand.

Di daxuyaniya jinên Êzidî de hate ragihandin ku nabe li hemberî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng bin û got, "Em bang li tevahiya cîhanê dikin, dengê me bibihîzin. Îro nexweşxaneya ku zarokên 10 salî, nexweşên ji ber koronayê û extiyar lê bûn, ji aliyê balafirên Erdogan ve careke din hate bombekirin. Bila cîhan êdî Erdogan û hevkarên wî rawestîne.

Bila zanibin; agir jî bi ser me ve bibarînin, bombeyan jî bibarînin em ji wan natirsin. Em ê ti carî serî netewînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Iraq û Mesûd Barzanî piştgiriyê didin Erdogan. Bi van re ne şeref, ne onûr, ne jî namûs maye. Ka dewleta Iraqê? Çima me naparêze? Bû saet çendê şevê, em hîn jî zarokên xwe ji binê kavilên nexweşxaneyê derdixînin. Em ê êdî rê nedin fermanên din. Eger dewleta Iraqê wê me neparêze, eger wê destûrê bide ku Erdogan her roj bombeyan li me bibarîne bila wê demê biçin ji vir. Bila dijmin baş zanibe, em ê ne wan, ne jî dewleta Iraqê qebûl bikin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bimire xiyanet", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.