BI DÎMEN

Taha: Heta ku pirsgirêka Kerkûkê çareser nebe, referandûm nabe

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Rebwar Taha got, "Bexda amade ye pirgirêka Kerkûkê çareser bike. Lê bele heyeta Kurd a ku çû wê derê ev mijar nexist rojevê."

Parlamenterê YNK'ê yê Iraqê Rebwar Taha diyar kir, heta ku pirsgirêka Kerkûkê neyê çareserkirin, wê referandûma li herêma Kurdistanê bi kêr neyê û got, "Bexda amade ye pirgirêka Kerkûkê çareser bike. Lê bele heyeta Kurd a ku çû wê derê ev mijar nexist rojevê."

Parlamenterê YNK'ê Rebwar Taha ragihand, du pirsgirêkên bingehîn ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê hene û got, yek ji van referandûma serxwebûnê ya li herêma Kurdistanê, ya din jî çareserkirina pirgirêka Kerkûkê ye.

Taha destnîşan kir, ku divê Kerkûk êdî ji pozîsyona navberê bê derxistin, bi cihekî ve bê girêdan û wiha dewam kir: "Herêma Kurdistanê jî dixwaze referandûma serxwebûnê bike. Em vê dibêjin. Heta ku Kerkûk tevlî herêma Kurdistanê neyê kirin, wê ev referandûm ti destketiyê nafirîne. Bexda her tim amade ye ku herêma Kurdistanê bi temamî jê biqete. Lê mesele rewşa herêmên bi pirsgirêk e." Taha anî ziman, ji bo ev pêvajo bi cih wer eanîn, lazim e hemû hêzên siyasî yên herêma Kurdistanê beriya her tiştî pirsgirêka Kerkûkê çareser bikin, li gorî xala 140. tevbigerin û referandûma serxwebûna Kurdistanê bixin rojevê."

'HEYETÊ LI BEXDAYÊ LI SER KERKÛKÊ NAXIVÎ'

Taha eşkere kir, ku heyeta PDK-YNK'ê a piştî 'krîza alê' ya li Kerkûkê çû Bexdayê, pirsgirêka Kerkûkê nexistiye rojevê û wiha dewam kir, "Nîqaş nekirine ku pirsgirêka Kerkûkê çawa were çareserkirin û tevlî referandûmê were kirin an na. Ji xwe pirsgirêka me ya herî mezin ew e, em pirsgirêka Kerkûkê bi Bexdayê re naxivin. Bi dîtina min, li gorî xala 140. a Destûra Bingehîn a îro, Bexda amade ye pirsgirêka Kerkûkê çareser bike."