TŞYG: Divê her kes Efrînê biparêze

Endamê Rêveberiya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan Ferzad Can diyar kir ku divê her kes xwedî li Efrînê derkeve û her çalakiyên li dijî dagirkeriyê meşrû ye.

Endamê Rêveberiya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan Ferzad Can, berxwedana Efrînê silav kir. Can diyar kir ku ew xwedî li berxwedana Efrînê derdikevin û ew ê her cure piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê

‘EW Ê NIKARIBIN JI VIR DERKEVIN’

Can diyar kir ku Tirkiye ew ê nikaribe bi hêsanî ji Efrînê derkeve û got, “Berê piştgiriya çeteyan kirin û xwestin şoreşa Efrînê bixeniqînin, lê her carê têk çûn. Tê dîtin ku tişta berê bi destê çeteyan nikaribûn bikin îro ew bi xwe dikin û ji ber vê êrîşî Efrînê dikin. Lê em dixwazin Reqa û Kobanê bînin bîra dewleta Tirk a faşîst. Ew ê li Efrînê têk biçin.

Îro li herêmê helwesteke şoreşgerî heye. Emperyalîst û hevkarên wan êdî nikarin wekî berê Rojhilata Navîn bi rê ve bibin. Hêviya şoreşa gelan roj bi roj zêdetir dibe. Ditirsin ku şoreş derbasî Tirkiyeyê bibe.”

‘ME CAREKÊ EW TÊK BIRIN, EM Ê DÎSA TÊK BIBIN’

Can got ku, “Li Efrînê hemû gel û çand bi hev re dijîn. Ji ber vê jî dagirker êrîşî Efrînê dikin û hewl didin Efrîn û Rojava teslîm bigirin. Lê wan li Kobanê dîtin. Ligel hemû piştgiriyên ku dan çeteyan , çete li Kobanê têk çûn. Ev têkçûn nehat hesabê wan. Berxwedana li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Silopiyê nehate hesabê wan.

Li Tirkiyeyê jî koalîsyona faşîst a AKP û MHP’ê dixwazin gelan teslîm bigirin. Ev êrîşên wan ne bi tenê li dijî Kurd û Ereban e. Ev êrîş tê wateya êrîşên li ser gelên Tirkiyeyê jî. Divê gelên Tirkiyeyê vî tiştî baş bizanibe. Divê gelên Tirkiyeyê zarokên xwe neşînin leşkeriyê û piştgiriyê nedin AKP û MHP’ê.’

‘HER ÇALAKÎ REWA YE’

Ji bo parastina Rojava û Efrînê, çi hewce bike  divê mirov bike. Her çalakî rewa ye. Îro dagirker dixwazin hêviya me bixeniqînin. Divê em xwedî li dahatû û hêviyên xwe derkevin. Xwedîlêderketina berxwedana Efrînê rûmet e. Divê em bersivên xurt bidin koalîsyona faşîst a AKP-MHP’ê. Divê em her derê bikin qada çalakiyan.”