SYPG: Tirkiye û DAÎŞ’ê bi hev re qetil kirin, bi hev re têk çûn

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) diyar kir ku DAÎŞ’ê tevlî Tirkiyeyê Êzidî qir kirine û her du bi hev re têk çûn.

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG) diyar kir ku DAÎŞ’ê tevlî Tirkiyeyê Êzidî qir kirine û her du bi hev re têk çûn.

SYPG’ê got ku “DAÎŞ’a faşîst di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û li ser Êzidiyan qirkirineke mezin hate kirin.  DAÎŞ’ê ev qirkirin tevî Tirkiyeyê kir. Di vê qirkirinê de PDK’ê jî îxanet kiriye. Li pêş çavê cîhanê pêşmergeyan fîşekek jî neteqandin û reviyan. Ev şerm heta hetayê wê di stûyê wan de be.

Komek gerîlayên Kurdistanê li hemberî vê qirkirinê şer kirin û nehiştin ku qirkirin bigihêje armanca xwe. Van hêzan piştre Şengal azad kirin.

Jinên Êzidî yên ku ji bin zilma DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin îro xwe diparêzin û gelê Şengalê meclîsên xwe yên sivîl û leşkerî ava kirine.

Dewleta Tirk a ku piştgiriya DAÎŞ’ê dikir li Şengal, Kobanê û Dêra Zorê têk çû. Li Boxaza Dêra Zorê çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî şervanên YPJ’ê bûn. Soza tolhildanê ya herî watedar pêk hat.

Em careke din cangorî û şehîdên Qirkirina Şengalê bi bîr tînin û soza xwe ya parastina şoreşgerî ya gelê xwe dubare dikin.”