BI DÎMEN

‘Me soz daye vî gelî ku em heta dawiyê wan biparêzin’

Şervanê QSD’ê Zana Çelebî diyar kir ku tevî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî jî ew bersivên xurt didin dagirkeran û got: “Çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê parastina rûmeta xwe bikin.”

Ev 13 sal in ku Şoreşa Rojava bi gelek berdelên giranbiha gihiştiye xwedî asteke xwerêvebirinê. Lê ev yek dewleta Tirk û çeteyên giredayî wê her tengav kiriye. Ji ber vê yekê êrîşên xwe yên dijmirovî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her daye domandin. Herî dawî jî bi êrîşên xwe yên li ser bendava berxwedêr Tişrînê û Qereqozaxê ev yek dan meşandin. Lê şervanên dildar ên azadiye li dijî van êrîşan bersiveke dîrokî didin. Li hemberî şert û mercên herî zehmet bi azweriyeke mezin, cihe xwe li êniyên cengê digirin. Yek ji wan jî şervanê QSD’ê Zana Çelebî ye.

‘BERXWEDANA GEL JI BO ME DIBE MORAL’

Şervanê QSD’ê Zana Çelebî berxwedaniya ku bi mehan e dewam dike bi kelecaneke mezin anî ser ziman û got: "Em niha cihê xwe li eniya girên Qereqozaxê digirin. Ev  zêdetirî sê mehan e em li vir berxwedaniyekê didin meşandin. Li gel ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû cureyên çekan li beremberî me bi kar tînin jî ku ji çekên giran bigire, heta balafirên keşfê yên bêmirov û balafirên şer yên mezin, lê gelê me ji bo parastina axa xwe û piştgiriya şervanên xwe derbasî bendavê bû. Heta niha ew jî li gel hemû şert û mercan jî li ber xwe didin. Ev ji bo me cihê moralgirtinê ye. Ji ber ku em ji gelê xwe û piştevaniya wan moral digirin û wisa bersivan didin van êrîşên hov yên çeteyên dewleta dagirker.”

‘EV ŞER DIREJ JÎ BIKE WÊ GELÊ ME  SER BIKEVE’

Zana Çelebî diyar kir ku êrîşên li ser herêmê çêdibin ne mafdar in û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk a dagirker li gel ku dewleteke endame NATO’yê ye, lê belê êrîşî axa me dike û em li beramberî wê bersîvên herî xurt didin û her roj êrîşên wan tên şikandin. Di heman demê de hemû çeteyên ku ji welatên derve anîne û hin kesên ku rûmeta xwe û gelên xwe firotine dagirkeriya Tirk, di bin fermana wan de êrîşî gelên herêmê yên ji neteweyên cuda dikin. Lê ev bi temamî xwexapandine, her çiqasî ev şer dirêj jî bike, dereng an nêz wê gelê me ser bikeve, ji ber ku gelekî mafdar e û parastina axa xwe dike.”

‘EM Ê HETA DAWIYÊ PARASTINA RÛMETA XWE BIKIN’

Zana Çelebî bal kişand bi ser wate û girîngiya vê berxwedaniyê û wiha dom kir: “Em li girên Qereqozax û Bendava Tişrînê li ber xwe didin, ji ber ku me sozek daye vî gelî ku em ê heta dawiyê wan biparêzin. Em ji bo ku xwedî li soza xwe û axa xwe derkevin em li vir şer dikin û ber xwe didin. Ji ber ku ev ax axa me ye, rûmeta me ye, şeref û namûsa me ye. Ji ber vê yekê çi dibe bila bibe em ti carî soza xwe naxwin û em ê heta dawiyê parastina rûmeta xwe bikin.”

Zana Çelebî anî ziman ku her çiqasî êrîşên hovane yên balafirên şer û çekên giran çêdibin, li gel wê jî îradeya gelê me nayê şikandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hevalên xwe yên şehîd bûne bi hurmet, hezkirin û mînetdarî bi bîr tînin û em ê xwedî li bîranîn û xeyalên wan derkevin. Her wiha em silavên xwe ji gelê xwe re dişînin. Ji ber ku em ji bo vî gelî şer dikin. Her çiqasî êrîşên hovane yên balafirên şer û çekên giran çêdibin, li ge wê jî îradeya gelê me nayê şikandin. Heta dawî baweriya me bi gelê me heye ku ti carî dev ji me bernade û wê heta dawî wê piştevaniyê me bikin. Em ê jî wan biparêzin."