Sûlava Bêgirê herimandin
Walîtiya Tirk a Wanê û Qeymeqamê Bêgirê guh nedan ti hişyariyan û dest bi talankirina Sûlava Bêgirê kirin. Sûlavê bi xeml û bedew bi destê rayedarên Tirk tê herimandin.
Walîtiya Tirk a Wanê û Qeymeqamê Bêgirê guh nedan ti hişyariyan û dest bi talankirina Sûlava Bêgirê kirin. Sûlavê bi xeml û bedew bi destê rayedarên Tirk tê herimandin.
Sûlava Bêgirê ku ava wê ji 20 metreyan diherike û bi bedewiya xwe ya havîn û zivistanê xemleke Wanê ye, ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve tê herimandin. Qadek ji 75 donimî ya li dora Sûlavê beriya bi 2 mehan hate valakirin û beton lê tê rijandin. Rayedarên Tirk hewl didin karê betonkirina derdora Sûlavê heta 'pîrozbahiyên Cejna Komarê ya 29'ê Cotmehê' biqedînin.
Ev karê talankirinê ji aliyê Şaredariya Bêgirê ya hatiye desteserkirin û Walîtiya Tirk a li Wanê ve tê kirin. Van saziyên dewleta Tirk beriya bi 3 mehan biryar dan ku qada sîtê ya ku sûlav lê ye, ji nû ve bê sererastkirin. Ji bo kafeterya, cihê meşê û terase bên çêkirin, beton li derdora sûlavê hate rijandin.
Hevseroka Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ya Wanê Seher Kadîroglû Ateş diyar kir ku rayedaran guh nedane hişyariyan û dest bi talankirina sûlavê kirine. Ateş got, "Gelo ev nirxê ku 200 sal in heye, wê bi beton û hesin çawa were parastin. Rantxurên ku bi îhaleyan pereyan qezenç dikin, hem xisarê li xwezayê dikin, hem jî bîra dîrokê ji holê radikin. Divê her kes xwedî li Sûlava Bêgirê û xemla wê ya xwezayî derkeve."