Sûka Penîrfiroşan a li Îpekyolûyê hilweşiya: 3 kes mirin

Sûka Penîrfiroşan a li navçeya Îpekyolû ya Wanê di saetên danê nîvroyê de ji ber sedemek hê nayê zanîn hate xwarê. Di bin banê hatî xwarê de 3 kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûne.

Dema duh Waliyê Wanê Mûra Zorlûoglû serdana sûka Penîrfiroşan kiribû, esnafan anîbû ziman ku sûk li ber rûxînê ye, ji Walî daxwaza sûkek nû ya penîrfiroşan kiribûn.

Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Rê nayê dayîn ku tu kes nêzî cihê bûyerê bibin, çeteyên AKP’ê hewl din welatiyên li derdor belav bikin.

Aloziya li herêmê dom dike.