STO’yî li dijî pêkanînên AKP’ê diçin Dersimê

Di pêşengtiya Komeleya Xwezaparêz a Mûnzûrê de nûnerên rêxistinên civakên sivîl ên hatin ba hev, ji bo şewata ku dewletê derxistin asteng bikin, ji Stenbolê ber bi Dersimê ve ketin rê.

Rêxistinên civaka Sivîl ên ku bi pêşengiya Komeleya Xwezaparêz a Mûnzûrê hatin ba hev, diyar kirin ku wê li dijî qetlîama xwezayê ya AKP’ê li Dersimê pêk anî bêdeng nebin, ji Stenbolê ji bo mudaxeleyî şewata Dersimê bikin ketin ser rê. Endamên rêxistina civaka sivîl ên ku bi 2 otobusan ketin rê, têpayîn ku di saetên sibehê de bigihêjin Dersimê.

‘JI BO XWEDÎDERKETINÊ EM LI SER RÊ NE’

Serokwekîlê Şaxa Komeleya Xwezaparêz a Mûnzûrê ya Stenbolê Alî Yildiz, destnîşan kir ku ji 1938'an ve li ser Dersimê polîtîkayên taybet tên sepandin û wiha got: "Dewleta ku di sala 1938'an de mirovên me şewitandin, îro jî xwezaya me qetil dike. Dewleta ku li herêmên rojava ji bo rantê şewatê derdixîne, li erdnîgariya Mûnzûrê jî bi hewldanên bêmirovkirinê ekosîstemê qetil dike." Yildiz, astengkirina mudaxileya şewatê ya mirovan bibîr xist û wiha got: "Bi qirkirina xwezayê dixwazin mirovan koçber bikin. Em ê rê nedin vê komkujiyê. Ji bo xwedîderketina xwezaya me em ketin rê."

Hevseroka Herêma 2'yemîn a Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) a Stenbolê Nergiz Guzel, dest nîşan kir ku ji bo ew şewata li Dersimê rawestînin ketine rê. Guzel got ku bi salan e dewlet heman polîtîkayê disepîne û wiha axivî: "Êdî em ê destûrê nedin vê polîtîkayê. Ji bo rawestandina qetilkirina xwezaya me em ketin rê."

‘DUH CIZÎR Û NISÊBÎN, ÎRO DERSIMÊ DIŞEWITÎNIN'

Serokê Şaxa DAD'ê ya Avcilarê Ozgur BÛlan, destnîşan kir ku şewatên li Dersimê polîtîk in û bi taybetî jî cihwarên ku i bo elewiyan pîrozwer in ji aliyê dewletê ve tên şewitandin. BÛlan wiha axivî: "Divê dewlet bi lezgîn dev ji van polîtîkayên xwe yên şidetê berde. Em li erdnîgariya xwe wek penaberan dijîn. Duh Cizîr, Sûr û Nisêbînê şewitandin, îro jî Dersimê. Em ê destûra vê yekê nedin û heta dawiyê li ber xwe bidin."

Piştî daxuyaniyê otobês ketin ser rê.