Stêrkek nû ji Amanosan şemitî..

Şehîd birîneke li ser dilê me yên nehatine cebirîn e, wê tim bên vegotin û jiyîn. Lehengî û destanên wan wê dîroka azadiya gelekê binivîsin. Dîroka azadiya wan pir bi nirx e.

Stêrkek nû ji Amanosan şemitî.  Dîsa sê dilên Apoyî  li Rojavayêbaşûr rêwiyên rêya heqîqetê bûn. Divê bîranîn û hesretên şehîdên xwe hîs bikin û wisa bidin jiyîn. Di têkoşîna azadiyê de mîrasê Apogeriyê navnîşana wan nûnerên wê yên rastî ne. Şehîd birîneke li ser dilê me yên nehatine cebirîn e, wê tim bên vegotin û jiyîn.Lehengî û destanên wan wê dîroka azadiya gelekê binivîsin. Dîroka azadiya wan pir bi nirx e. Çawa ku di nava dengê tilîliyên dayikan de sirên dîrokê û ronahî di kûrahiya dilên xwe de hîs dikin, ji bo şehîdên me jî; hûn di qebrên xwe de rehet bin, di rêya we de bi milyonan al li ba dibin. Li Pazarcikê bûn qûrnefîlek û li dilê hemû gelê xwe û ruhên wan vejiyan.

Niha çawa qala hevrê Mezlûm bikim; ji gundê Şêxan a ser bi navçeya Qileban a Şirnexê koçberî Mexmûrê bûne. Beriya niha dema li dibistanê demekî li Edeneyê maye,  bi pêşbaziya xwe ji peravên Deriya Spî li Amanosan ketibû ser rêya heqîqetê. Bi esareta dîlgirtina Rêber Apo re li Mexmûrê mîna gelek hevrêyên xwe, ew jî sala 1999’an tevlî refên gerîla bibû. Di nava hêzên fedayî de xwe bi ruhê Apoyî û zanîstîbûna wê pêş xist. Fedayîbûn xwebûna jiyanî ya PKK’ê ye. Wî ev yek di jiyîna xwe de her tim temsîl kiribû. Xwedî pêkhateyekî sade û xwezayî bû. Bi hevrêtî û rêzdarî, her demê li gel heqîqetê cih girt, bi ruhê fedayî yê rast, di jiyana xwe de da der û vê yekê her kêlî di jiyana xwe de jî dida nîşandan.

Bi ked, fedekarî, xebatkar û kêrahtina xwe dihate naskirin, ji bo vê hevrêyeke ku her kesê dixwest pêre bimîne bû. Dema sala 2005’an de derbasî Amanosan bibû, me hev li vir nas kir û bi hev re man. Hevrê Mezlûm Goyî bi çand, zanabûn û kêrhatîbûna xwe bandor li ser me tevan kiribû, di demeke kin de bibû hevrêyê me yê Hemdem Goyî Mezlûm ku di gelek mijaran de em lê dişêwirîn. Her demê li gorî rêgezên milîtanî yên Apoyî  zelal, bi dilnizmî û sadebûna xwe dihate naskirin, dîsa bi bawerî, biryardarî û cesaret ji bo me hemûyan bibû mînak. Hevrê Mezlûm ê ji bo her karê amad e, xwedî ruhekî Apoyî yê pêşeng ku xwe ji bo karê herî zor pêşniyar dikir.

Hevrê Mezlûm Goyî di peyîza 2007’an de bi komekê re derbasî Rojavayê başûr bibe ketibû ser rê. Rêveberî  û fermandariya komê dikir. Hevrêyekî serweriya bejahiyê û dîsa di gelek qadên şer ên asta pisporiyê esas digirt de vê erkê girtibû ser milê xwe û ketibû ser rê.

Di nav jiyan û têkoşînê de seknekî Heval Mezlûm a wisa bi hêz hebû,  dîsa bi kêfxweşî, coş û henekên xwe hevrêyeke dizanî ku çawa bibe çavkaniya kêfxweşî û moralê. Gotin û kirin yek bû. Hevrê Mezlûm ê sekna têkoşînê ji bo xwe esas girtibû, her fersenda didît ji bo pêşxistina xwe, rê û rêbaz peyda dikir, pirtûk dixwend, li pêşberî erka şoreşa hişmendî û wijdanî her tim di nava dahûrandinan de bû. Hemû ruh, dil û mejiyê xwebûn ê Apogerî ji bo xwe esas digirt, ji bo fedayîbûna vê weke erkekî xwe yê bingehîn didît. Hevrê Mezlûm ê di nava her mercên jiyanê de xwe dana pêş, bi stranên dihûnand ji bo me bûbû çavkaniya moralê, bi taktîkên şer ên lîstika strancê jî em hemû di xistina nava şokê de û dibû rikberekî jêhatî.

Hevrê Mezlûm ê di jiyan û têkoşînê de xwedî seknekî wiha bi hêz, bi kîn û tolhildana wî ya li hember dijmin ji bo di asta herî jor de raxe ber çavan, fersendên herî biçûk jî dinirxand û digirt dest. Di her kêliyê de di fersendên derdiketin pêş de weke nifştekî yê lehengê Botanê yê rast xwe dida pêş, nîşan dida. Wî her demê bi sekin û fedayîbûna Egîd bibîr tînim, soza girêdanbûna xwe ya bi şehîdan re dubare dikim.

Ez dikarim li vir behsa hevrê Sebrî ê demek kurt jî be me hev naskiribû û bi hevrê Mezlûm Goyî re şehîd bibû jî bikim. Hevrê Sebrî  sala 2007’an werza havînê bû derbasî Amanosan bûbû. Piştî gelek kemîn û şeran derbas bûbû û şûnde di serî de pratîka li Botan û piştre li Gabarê dîtibû, li ser esasê kêrhatiyeke leşkerî-îdeolojî bi hesrea xwe gihandina Başûrêrojava bi coşeke mezin derbasî Amanosan bûbû. Ji bo hevrê Sebrî yê ji Ewropayê tevlî bibû, derbasbûna wî ya Başûrêrojava hesreta wî bû, dîsa carekî din nefesek li Engîzekan kişandin hesretekî wî ya bê terîf bû. Bi sekna xwe ya dilnizim û sadebûna xwe hevrêyek bû bi jiyîna xwe ya Apogerî û PKK’yî ya têkoşîna azadiyê ya bi salan dixwest bide jiyîn. Hevrê Sebrî navê xwe ji hevrê Şêxo Dirlik ê li gundê Şahîn ê Engizekê şehîd bûbû girtibû. Hevrê Sebrî bi fedekarî û dilnizmiya xwe bandorekî pir mezin li gelê herêmê kiribû. Ruhê gerîla û Apogeriyê veguhezandibûn van herêman.