'Statuya Kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e'

Parlamenterên HDP'ê Tayîp Temel û Îmam Taşçier bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî û bang li hemû hêz û rêxistinên Kurdan kirin ku bi vê armancê hewl bidin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja 20'ê Cotmehê dest bi kar û amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî kir. Di çarçoveya stratejiya xwe ya tifaqê de bi partiyên Kurdan re dest bi hevdîtinan kir. Van hevdîtinan nîqaşên li ser mijara yekîtiya neteweyî geş kir. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier li ser mijarê ji me re axivîn û gotin, heta ku Kurd nebin yek nepêkan e ku bibin xwedî statu.

Temel da zanîn ku di vê serdemê de ji her demê bêhtir girîng e ku yekîtiya neteweyî were sazkirin û got, "Li çar parçeyên Kurdistanê destketiyên gelê Kurd di hedefa êrîşan de ne.  Êrîşên dijwar li gelê Kurd tên kirin û siyaseta berî 100 salî ya ku Kurdistan parçe kir, didome. di nava van şert û mercan de ku dagirker êrîşî Kurdistanê dikin, pêwîstî bi sazkirina yekîtiya neteweyî heye. Ev yek berpirsyariya hemû aliyên siyasî yên Kurdan e."

'LI DIJÎ ÊRÎŞAN HELWESTA NETEWEYÎ'

Temel anî ziman, divê helwestek neteweyî li dijî êrîşên ku pêşengiya wê Enqere dike bê nîşandan û wiha bi mijarê daket: "Li dijî hişmendiya tunekirina hebûna Kurdan, çand, ziman, xweza, jinedîtîhatina îradeya Kurdan, şert e ku helwesteke neteweyî bê nîşandan. Ji bo vê jî weke HDP xebatên me li ser yekitiya neteweyî heye û em li gel partiyên Kurdan di nava têkiliyan de ne. Hevdîtinên me baş derbas dibin. Yekitî pêwîstiyeke sereke ya jiyanê ye. Zext û êrîşên li ser Kurdistanê firsendekê dide hêzên siyasî yên Kurd. Siyaseta em di hilbijartinên herîmî de bikin, wê bibe pêngava yekîtiya neteweyî. Ji ber vê yekê, HDP û DBP weke tevgera siyasî ya gelê Kurd alîgirên yekîtiya neteweyî ne. Yekîtiya neteweyî jî xewn û xeyalên hemû Kurdan e."

'DIVÊ KURD ÊDÎ BIBIN YEK'

Îmam Taşçier jî anî ziman ku sed sal berê Kurdistan bêyî îradeya Kurdan hate parçekirin û wiha axivî: "Kurd di nava xwe de jî parçe bûye. Divê Kurd êdî bibin yek. Dewletên Rojhilata Navîn têkildarî Kurdan xwedî polîtîkayê ne. Eger sala 2013'an Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê pêk bihata, wê rewşa niha pir cuda bûya û Kurd bibûna xwedî statû. Heta ku yekitî çênebe, wê Kurd her tim bibin hedefa pişaftin û komkujiyan. Bi taybetîi eger em vê yekê li Tirkiyeyê pêk bînin, wê bandorê li parçeyên din jî bike. Astengiya herî mezin a li pêşiya yekîtiyê hêzên navneteweyî ne. Rewşa parçebûyî ya siyaseta Kurd û lîstikên hêzên global li pêşiya yekitiya neteweyî ya Kurd dibe asteng."