Starta Newrozê li Nisêbînê ye û final jî li Amed û Wanê

KCD, HDP, DBP, TJA ku wê Newroz îsal organîze bikin diyar kirin ku Newroza îsal 17’ê Adarê li Nisêbînê wê dest pê bike û 21’ê Adar êli Amed û Wanê wê biqede.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî bernameya Newroza îsal li otêleke Amedê daxuyaniyeke çapameniyê dan. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserok KCD’ê Leyla Guven, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Wekîlên Amedê Sîbel Yîgîtalp û Îmam Taşçier, Berdevkê Koma HDP’ê Osman Baydemîr, Wekîlê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Gulcan Şîmşek, rêveberên HDP, DBP’ê amade bûn. Di civînê de Gulcîhan Şîmşek got bi rihê 8’ê Adarê ew ê Newrozê pîroz bikin û bi vî giyanî wê biçin referandûmê. Piştre Koçyîgît axivî û got: ‘’Li dijî wan hêzan ku dixwazin tariyê li ser me ferz bikin em ê bi giyan û bîra Newrozê bibin bersiv. Bi rihê Newrozê em biçine referandûmê û serhildana xwe bînin zimên.’’

ADAR MEHA BERXWEDANÊ YE

Şîmşek diyar kir ku ew ê bi çoşa 8’ê Adarê, bi giyanê Newrozê werin cem hev, meha biharê meha berxwedanê û vejînê ye û wiha domand: ‘Newroz bi rihê xwe yê berxwedêr û vejînê gel li hev dicivîne. Li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Em ê bi vê coşê biçine Newrozê. Li Rojhilata Navîn niha şer heye lê Newroz temsîla aştiyê ye. Divê em rihê Newrozê bikin rihê aştiyê.’

EM DI WÊ KELECANIYÊ DE KU BI MILYONAN MIROV RE BIGIHIJIN CEM HEV

Baydemîr têkildarî starta Newrozê agahî da û got: ‘’Li 33 navendan ji Stenbolê ta bi Cizîrê komîteyên amadekar hatin avakirin û serlêdanê xwe kirin. 17’ê Adarê wê li Nisêbînê start were dayin, 21’ê wê jî em wê kelecaniyê ne kul i Amed û Wanê em bi milyonan re werin cem hev.  Newroza 2017’an ji ber rewşa ku niha em tê de ne pir girîng e. Newroz ew roj e ku hemû welatiyên me wê hîsên xwe yên aştiyê ku bêrî lê kirine bînin zimên. Wê bibe fersend ku deriyên nû vebin. Divê hewl neyê dayin ku agirê Newrozê were tefandin û her wiha divê ne li mal, ne li derve ji bêvila yek welatiyê me jî ti xwîn neyê. Em bang dikin ku ev pîrozbahî bi ti rengî neyên astengkirin.’’

HEWL HATE DAYIN KU PIRSA KURD BI ŞER WERE ÇAREASERKIRIN

Gulîstan Koçyîgît jî got ew weke HDK’ê li metropolên Tirkiyê bi HDP’ê re wê Newrozê pîroz bikin û wiha domand: ‘’Bi giyanê Kawayê Hesinkar ku di Newrozê de serî rakirî em serî radikin. Li dijî wan ku dixwazin welêt bixin nav tariyê em serî radikin. Li welatê me neheqî û tundiya li ser jinê, tacîz û tecawiz a ku ji kûr ve bi taybetî ya ji piştî 15’ê Temûzê ve wê bi Newrozê bi dawî bibe. Em bi beşên civakê ku di pêşnûmaya nû ya destûrê de nayê xwestin dengê wan were bihîstin, em werin cem hev, qadan dagirin û şanî zalim û zordaran bidin. Dibe ku em vê Newrozê weke Newroz aştiyê nanixrînin lê di navê de serdemek heye. Em Newroz 2013’an bi bêrî bi bîr tînin. Manîfestoya demokrasiyê ya ku hatî xwendin li her deverê bi meraq hate payin. Lê pirsa Kurd ku girîngtirîn pirs e hate xwestin ku bi şer were çareserkirin. Li dijî wan ên ku dixwazin me ber bi tariyê ve tehf bidin mê bi giyan û bîra Newrozê bibin bersvin. Bi giyanê Newrozê em diçine referandûmê û serhildana xwe diyar dikin.’’