Civaka Êzidî ji ber çand û oleke kevnar e, di dîrokê de bi 74 fermanên mezin re rû bi rû mane. Herî dawî jî DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir. Lê civaka Êzidî weke her dem ji bo parastina çand û axa xwe li ber xwe dane.
Çiyayên Şengalê bilind û asê ye. Ji ber vê, Êzidî di her êrîşekê de xwe sipartine çiyayan. Li Çiyayê Şengalê bi sedan çîrokên bi êş, hesret û lêhengiyê veşartî ne. Ji nava van çîrokan a herî zêde tê naskirin jî destana evînê ya Derwêşê Evdî û Edûlê ye.
BERXWEDANA BÊ HEMPA
Tê zanîn ku li warê Derwêş û Edûlan de dijmin her carê li çiya şikestine. Çiyayê Şengalê bi hezaran salê bûye wargeha lêhengan. Ji destana Derweşê Evdî û Edûle bigre heta berxwedaniya Mihemeyê Evdû û roja me ya îro hatine. Me xwest çîroka malbatên ku di fermana 2014’an de li ber xwe dane guhdar bikin û ji we re ragihînin. Me jî berê xwe da gundê Bekira ya cih û warê Mihemeyê Evdû.
Gundê Bekira dikeve Bakurê Çiyayê Şengalê. Ji vî gundî re dibêjin mala Ûsivayê Doxo. Gundê Bekira di her serdemê de bûyê warê berxwedane û bûye cihê şikestina dijmin. Wekî mînak di sala 1894’an de Ferîq Paşayê Osmaniyan fermanek li ser civaka Êzidî radike. Li hemberî van êrîşan Mihemeyê Evdû û Êzidiyên pê re berê xwe didin gundê Ûsiva. Jina Êzidî ya leheng Zerîfa Osê jî ji bo vê êrîşê hem hêz dide Mihemeyê Evdû hem jî bi xwe tevlî şer dibe.
STARGEHA JIYANÊ
Ev kevneşopiya berxwedanê di fermana 2014’an de jî xwe li gundê Bekira nû dike. Yek ji wan malbatên ku di fermana 2014’an de berê xwe dabûn çiya û li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe dabûn malbata Dayê Kinê bû. Dayê Kinê û hevjîna wê Pîso di dema fermana 2014’an de li gundê Zorava dijiyan. Gundê Zorava dikeve Bakurê Rojhilata Şengalê. Beriya DAÎŞ bikeve gund, malbat bi giştî berê xwe didin cihê xwedanê xwe ya Qubba Şeşims. Heta ku gerîlayên HPG, YJA-STAR û YPG-YPJ rê vedikin li wir dimînin. Dayê Kinê ji bo wan rojan dibêje: “Dema DAÎŞ’ê êrîşî me kir me berê xwe da çiya. Yên ku xwe gihandin çiya xilas bûn, yên ku negihîştin hatin kuştin an jî ketin destê wan kafiran.”
ÊZÎDIYATÎ BÛ ÇAVKANIYA RÛMETÊ
Civaka Êzidî bi axa xwe ve girêdayîne û ji baweriyên xwe hêz digrin. Roja fermanê jî bi hezaran malbat xwe sipartibûn xwedanên xwe. Dayê Kinê sedema neçûna xwe wiha anî ser ziman: “Em bimirin jî bila hestiyên me li ber xwedanên me bin.”
Li Şengalê êş para hemûyan bû, Dayê Kinê hawara dayîkan û qirîna jinan bihîstibû: “Qîrîna bi hezaran jinan li ezmanê belav dibû, ew bi zehmet bû. Yek an du ji me kuştibana xisar li me nedikir. Lê keç û jinên me birin ew xisar li ola me dikir.”
Dayê Kinê û malbata wê dema xwe dispêrin Qubba Şeşims jiyanek nû ji bo wan dest pê dike. Di roja tengahiyê de xwedî li hev derketibûn. Malbatên ku xwe gihandibûn çiya hêza xwe kiribûn yek. Li gel kî çi hebe bi yên din re par ve dikir. Bi hev re nan li tenûrê didan û bi hev re dixwarin.
Ji milekî ve jî zilaman parastina malbatan dikir, şev û roj nobeta xwe digirtin. Piştî 2 hefteyan, beriya erzak xilas bibe gerîlayên azadiyê xwe gihandibûn malbatên li Qubba Şeşims. Şervanên azadiyê pêwîstiyê malbatan pêk anîbûn û dîsa berê xwe dabûn qadên nerizgarkirî.
Dema DAÎŞ li heremê dişkê malbata dayê Kinê jî ji çiya dadikevin. Lê ji ber ku mala wan a gundê Zorava ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibû şewitandin ew ji neçariyê naçin gundê xwe. Li gundê Bekira ji xwe re maleke nû ava dikin û li wir dimînin.
‘ÇIYA ME RIZGAR DIKE’
Di xwezayê de her zindî ji bo parastina xwe cihên bilind hildibijêre. Êzidî ji berê xwe dabûn çiya, ger ew li deştê mabana ew û tune bibana. Dema me ji dayê Kinê pirs kir ‘çima çiya?’ got: “Em bi çiyayên xwe disitirin, ne çiya be em nasitirin.”
Fermanên li pey hev nehiştiye ku Êzidî bibin yekdeng lê, gelê Êzidî ji bo yekîtiyê dengê xwe hê zêdetir bilind dike û Dayê Kinê jî ji bo xwedîderketina ol û axa xwe bang dike: “Bila hemû Êzidî bibin yek. Malbatên ku di dema fermanê de çûn derve, bila vegerin Şengalê.”Dema fermanê malbatên ku çûn dervê bila vegerin Şengalê.”