Songul Erden: Gel dîsa wê bigihe mala xwe

Yek ji namzetên hevşaredariyê ya Hezexê ya HDP'ê Songul Erden got, ''Dema ku me şaredariya xwe dîsa stand, gel dîsa wê bigihije mala xwe''.

Bi nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyê re yek ji namzeta hevşaredariyê ya HDP'ê ya Hezexê Songul Erden got ew ê saziyên jinan dîsa çalak bikin, bi kooperatîfan aboriya navçeyê rakin  û hemû xebatan bi destûr û tevlêbûna gel bikin.

Erden ku demeke dirêj xebatên partiyê kiriye û beriya niha jî rêveberî kiriye, ji salên 90'î û vir ve di nav xebatên siyasî de maye. Malbata wê li navenda Hezexê dema ku dijiya, ji ber zexta dewletê çû gundekî biçûk. Erden heta pola 5'an a dibistana seretayî xwend. Sala 2000'î dema ku dîsa vegeriya navendê, bi fermî dest bi xebatên partiyê kir. Pêşî xwîşka wê û piştre tevahiya malbatê tevlî nav xebatan bû.

PIŞTÎ KU EM HAY JÊ ÇÊBÛN ME XWE LI DOZA XWE GIRT

Erden got bavê wê gelek caran hatiye destgîrkirin û êşkencekirin û domand, ''Bi dê û xwîşk û birayên xwe me xwe davêt ber bextê wan da ku bavê min nekujin. Wan demên bûyerên kiryar nediyar pir zêde bûn. Em ditirsiyan ku tiştek were serê bavê min. Her çendî em biçûk bûn jî me bîra dinyayê dibir. Min digot, çima ev tişt têne serê me. Dema ku mezin bûm min fêhm kir ku hemû ji ber Kurdbûna me ye. Ji wê demê û vir ve me xwe li doza xwe girt.''

3 SALAN REHÎN MA

Erden, dema ku endama meclîsa şaredariyê bû 2014'an hatî destgîrkirin û girtin, piştî ku 3 salan rehîn ma piştre hate berdan û xebatên xwe domandin. Bû Hevseroka  Hezexê ya HDP'ê. Erden got, ''Ji mêj ve ye Şaredariya Hezexê di dest qeyûm de ye. Em ji qeyûm ti xizmetê hêvî nakin. Xwedêgiravî li ser navê xizmetê ji ziyanê pê ve tiştek nedane vî bajarî. Gel niha dema ku diçe şaredariyê xwe li mala xwe nabîne, ji 40 cihê kontrolê derbas dibe û weke ku biçe qereqolê xwe hîs dike. Dema ku me şaredarî standin dîsa gel wê bigihije mala xwe. Em ê saziyên xwe yên jinan aktîv bikin. Em ê bi kooperatîfan aboriya navçeyê rakin. Dema ku ev hatin kirin jî em ê bi gel re tevbigerin, bi daxwazên wan projeyan deynin ber xwe.''