Siyasetmedarên Kurd ên binçavkirî anîn edliyeyê

Siyasetmedarên Kurd ên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin anîn edliyeyê.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, roja 14'ê Hezîranê li gelek bajaran 29 endam û rêveberên TJA, KCD, DBP, HDP û HDK'ê di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin. Ji van 29 kesan, Sara Aktaş, Sîbel Îldan, Helbest Îlkhan, Salih Keleş, Şahcan Tune û Paşa Şeker ku îfadeya wan qediya, anîn Edliyeya Amedê.

Siyasetmedarên hatine binçavkirin bi îdîaya "Li gorî fermanên ji KCK'ê girtine kar kirine" tên sûcdarkirin. Dozgeriyê der barê dosya lêpirsînê de biryara nepenîtiyê da. Ji ber vê yekê nayê zanîn bê der barê çend kesan de biryara binçavkirinê heye.

Helbest Îlkhan dema li Mersînê hate binçavkirin, sixêfên zayendî lê hatibû kirin û lê hatibû xistin. Şahcan Tunel jî ku nexweşê kanserê ye, di dema binçavkirinê de du caran ji ser hişê xwe çû.

Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan jî hê dernexistine pêşberî dozgeriyê. Greva birçîbûnê ya Gokkan jî îro di roja 4. de ye.