ANALÎZ

Siyaseta PDK’ê ya ku li Başûrê Kurdistanê xitimiye û êrîşa bi ser Şengalê de..

Heke siyaseta PDK-Barzanî di ragihandina ‘Serxwebûna Kurdistanê’ de jidil bin, îşareta vê ya herî girîng ew e ku Kongra Netewî bicivînin.

Êrîşên hêzên paramîlîter ên bi navê ‘’Pêşmergeyên Roj’ ên bi ser PDK’ê ve yên ku 3’ê Adarê bi ser Şengalê, Hêzên Parastina Şengalê YBŞ-YJŞ’ê de anîn, hewce dike ku paşeroj û rewşa niha ya siyaseta Başûrê Kurdistanê û PDK’ê ji nû ve were nirxandin.

Rêveberiya PDK, YNK’ê ji 1992’an ve hema bi bêje di asta dewletê de li cografya Kurdistanê serwer in. DYE piştî ku berê xwe da Seddam Huseyîn payiza 1992’an rasterast Başûrê Kurdistanê kiriye bin parastinê, li Hewlêrê Meclîsa Kurd û vîna siyasî ava kiriye. Lê rêveberiya Federe ya Helwêrê bi pêşengiya PDK’ê biryara pêşî û dawî ya ku bi TC’ê re standiye ew e ku li dijî PKK’ê şer bikin.

Rêveberiya Başûr herî dawî 2003’an piştî hilweşîna Seddam weke dewleteke fiîlî rêveberiya xwe ya xweser ava kiriye. Lê li gel 13 salên çûyî ne xala 140’an a ku statûya Kerkûk, Şengal, Mexûrê diyar dike bire referandûmê û ne jî pêngava ku her carê dibêje, ‘’em ê serxwebûnê ragihîninin’ bi cih anî.

Lê DYE û hevalbendê Rojavayî di serî de PDK, YNK jî di nav de dixwestin ku li Başûrê Kurdistanê ‘dewleta modêl’ ava bikin. Piştî Seddam bi kelecanî dixwestin ku li Bexdayê projeya ‘aramî û geşedanê’ ya alaternatîf pêk bînin.

Rewşa siyasî: Siyasta Başûr di rewşa berdest de li ber têkçûnê ye. Saziya siyasî û organên wê ji hêla PDK-Malbata Barzanî ve hatiye desteserkirin, partî, meclîs, hikûmet û seroktiya meclîsê hatiye bêhikimkirin. Serokê Meclîsê nikare têkeve Hewlêrê jî. Cot-serwerî ya PDK-Hewlêr û YNK-Silêmanî her ku diçe kûrtir dibe.

Rewşa Aborî: Herêm ji hêla petrol, gaz û avê ve li gel ku pir dewlemend e jî civaka hejar e. Avaniyeke aborî ya ne hilberîner, ne afirîner, xwe naspêrê razemîniyê, parastî û mezaxtîner heye, di rewşa dawî de karmend û pêşmerge nikarin meaşê xwe biparêzin. Her wiha gendelî û dizîtî bûye çanda serwer.

Rewşa civakî: Siyaseta Başûr ku diviya bibûya alternatîfa sîstema yekparêz, dev ji vê berdin ne dikare civakê li hev ragire û ne jî cihêtiyên civakî radigire. Cihêtiya bawerî û etnîk li hev tûj dibin her wiha nakokiya Soran-Behdînan jî giran dibe. Civak ji pergala heyî ew çend tengezar bûye ku tenê di 6 mehên dawî de 36 hezar ciwanên Başûrî berê xwe dane Ewropa û daxwaza îltîcayê kirine.

Reşwa Leşkerî: Pêşmerge yên ku di dema Seddam û rejîma Baas de li Kurdistanê hemûyî fenomen bûn niha ketiye rewşeke şepirze . Parçebûn û mehandina di jiyan û siyasetê de zêdetir karîgeriya xwe li pêşmerge û sîstema leşkerî kiriye. Piştî ku DAIŞ êrîş bire ser Mûsil, Kerkûk û Şengalê helwesta ku pêşmerge nîşan dayî rê li ber şikestineke mezin vekiriye û nediyarîbûn bêhtir giran bûye.

Siyaseta PDK ku di rewşeke wiha tengezar de ye ji bo çi pêdivî pê dîtiye ku êrîşê bibe ser Hêzên Parastina Şengalê.. PDK weke mentalîteya siyasî siyaset dewletî, desthilatdarî û serweriyê ji xwe re esas dibîne û di hêla îdeolojîk de jî di xeta netewayatiya hoveber de ye. Li gel vê, girêdanên wan ên bi tarîkata Neqşî re PDK’ê nêzî xeta bawerî ya AKP-DAIŞ’ê dike, bi qutebirî li ser xeta islamiya sinnî datîne. Ji bo vê jî kodên îdolojiya siyasî ya PDK’ê hem derî civakî ye û hem jî nêzî xeta AKP-DAIŞ û Selefiya Siûdî ye. A rast wiha ye; rengê Kurd ê xeta sinnî ye. Ji bo vê jî dema ku DAIŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an bi ser Şengalê de girt, ji ber refleksa îdeolojîk û refleksa îslamiya sinnî li dijî DAIŞ’ê şer nekir, Şengal û Êzîdiyên Şengalê bi dest DAIŞ’ê ve hişt. Baş e, PDK çima li gerîlayên PKK-HPG’ê û Hêzên Parastina Şengalê YBŞ-YJŞ’ê ku Şengal ji DAIŞ’ê azad kirin ferz dike Şengalê bihêlin? Siyaseta Sinî ya AKP-PDK-Siûd di serî de Şengal li xeta sinnî ya ku nekarî li xeta Kobanê, Mexmûr, Rojava û Efrînê bi DAIŞ’ê pêk bîne, dixwaze vê carê li Rojava rasterast bi dewleta Tirk pêk bîne, li xeta Şengalê jî bi PDK’ê û hêzên wê yên paramîlîter dixwaze armancê pêk bîne. Li gorî PDK-AKP’ê PKK û xeta siyaseta şiî û sponsorên wan Rûsya-Îran dixwazin cografyaya sinnî dabeş bikin û ‘’PKK li gorî siyaseta şiî dimeşe’ bi vê tezê jî dest li qadê werdide. Lê siyaseta PDK-AKP’ê li qadê têkçûn û marjînalbûneke giran dijî. Ji bo xwe ji vê têkçûnê û tasfîyeyê xilas bike êrîşa bi ser PKK’ê û bandorên wê yên de ji xwe re kiriye mijara manûnemanê.

Bi taybetî PDK, piştî ku Mûsil ji DAIŞ’ê hate paqijkirin dibîne ku xeta Tel Afer-Şengal-Mexmûrê bi pêşengiya PKK’ê ji Rojava Kantona Cizîrê ta bi sînorên Iraq-Sûriyê wê li ser vê xetê bibin yek û ev xet wê di serî de Deriyê Sînor ê Sêmalka yê PDK-AKP’ê û însîyatîfa PDK’ê ya li qadê wê ji holê rake. Ji ber vê jî aqilê îdeolojîk ê siyasî yê PDK-AKP’ê bi êrîşa ser Şengalê dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne û dorpêç bike. Piştî civîna Munîhê ya Barzanî û piştre serdanên wî yên li Tirkiyê-AKP’ê pêkhatina êrîşa bi ser Minbicê de û bi hevdemî êrîşa PDK’ê ya bi ser Şengalê de ne rasthatinek e.

Wekî encam; sîstema Başûr a PDK’ê ji hêla leşkerî, siyasî, civakî û aborî ve ji hev difeşkile û her dema ku krîz derdikeve xwe li simîda ‘’serxwebûnê’ dipêçe. Lê PKD ji hêla karekterê xwe ve ne xwedî wê vîzyon û perspektîfê ye ku bikaribe dewletê ragihîne. Di rewşa heyî de PDK-Malbata Barzanî naxwazin bi dewletbûnê desthilatdariya di destê xwe de digirin ji dest berdin. PDK-Malbata Barzanî ji ragihandina dewletê zêdetir sîstema ‘xanedaniya’ tîpîk ji bo berjewendiyên xwe bêhtir sûdewar dibînin.

Heke rast siyaseta PDK-Barzanî di ragihandina ‘Kurdistane serbixwe’ de jidil in, îşareta vê ya herî girîng ew e ku Kongra Netewî ya Kurd bicivînin. Di pey wê re jî li dijî talokeên netewî yên weke DAIŞ’ê û hwd. avakirina Hêza Parastina Netewî ya Kurd wê jidilbûn û niyeta wan nîşan bide.