Sîxurê PDK'ê: PDK bi gefan ciwanan li dijî YBŞ'ê dike sîxur

Sîxurekî PDK'ê yê bi navê Wûsam Birahîm, ku ji aliyê YBŞ'ê ve hat girtin got, PDK bi serkêşiya Qasim Şeşo û endamên îstîxbarata xwe, bi rêya rêya gef û zextan ciwanên Êzidî li dijî YBŞ'ê dikin sîxur.

Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê, mikurhatinên sîxurekî PDK'ê yê bi navê Wûsam Birahîm weşand, ku ev kes ji aliyê hêzên YBŞ'ê ve hatiye zevtkirin.
 
Wûsam Birahîm destnîşan kir, ku Qasim Şeşo û PDK’ê ew weke sîxûr erkdar kirine û piştre şandine nava YBŞ'ê. Wûsam Birahîm got, "Ez nêzî mehekê bû ku çûbûm gund, yanî mala xwe. Di wê navberê de telefonî min kirin û gotin: 'Qasim Şeşo dixwaze te bibîne.'  Li ser vê yekê ez çûm cem Qasim Şeşo. Ji min re gotin: 'Tu yê dest ji hevalan berdî'. Eger ku min bigota na, wê min girtibana. Lewma min ji tirsan got, tamam. Ji min pirsî, çend mirovên me di nava YBŞ’ê de hene? Min jî got, 4-5 kes hene. Piştre ji min re got: 'Were em ê te bikin pêşmerge. Ji min pirsîn gotin tu çi dikî? Min jî got ez li malê rûniştîme ti kar nakim. Paşê gotin rewşa we baş nîne. Ez dema çûm Sinûnê, ez li nuqteya PDK’ê, ji aliyê fermandarê pêşmergeyan yê bi navê Aşitî Koçer û pêşmergeyê bi navê Mûrat Simo ve hatim girtim."
 
Birahîm diyar kir ku PDK’ê yên ku ji nava YBŞ’ê derketine bi zorê daxuyani bi wan didin xwendin û wiha got: "Çend caran hatin pey min. Em çûn li gel wan, li gel wan 35 kes hebûn. Ew 35 kes piranî ji nava YBŞ’ê hatibun qewitandin. Beşek ji wan jî kesên sivîl bûn ku ti pêwendiya wan bi YBŞ’ê re nebû. Piranî jî ji gundê Zorava  bûn. Birayê min jî li gel min bû. Ev 35 kesên ku li gel wana bûn cilên pêşmergeyan lê kirin û daxûyanî pê dan xwendin. Xwestin nîşanî milet bidin ku bêjin hêza YBŞ nîne, YBŞ zeyîf dibe, êdî nikare xaka Êzîdxanê biparêzin.”
 
Brahîm destnîşan kir yê ku serkêşiya vê koma sixûrtiyê dike Qasim Şeşo ye û wiha berdewam kir:  "Serkêşîya sîxûriyê jî Qasim Şeşo û Aştî Koçer dike. Lîsteyek dan min û gotin; 'Navê kî di vê listeyê de hebe tuyê wana tev rêxistin bikî û bînî gel me. Em ê jî vana bikin pêşmerge'. Malbatên wan kesan jî tehdît kribûn. Cilên YBŞ ê lê kiribûn û daxuyanî bi wan dabûn xwendin. Ew lêkolîn dikin, kesên ku ji YBŞ’ê qût bûne, çûne malê, cilên YBŞ’ê li wan dikin û li hemberî YBŞ’ê bi kar tînin."
 
Îtîrafkar herî dawî poşmaniya xwe tîne ziman û dîsa jî diyar dike ku yên vî karî bi wan dane kirin û organîze dikin, Qasim Şeşo, Mûrat Simo û endamên Parastinê (îstîxbarata PDK’ê) ne.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê di 24'ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişandibû ser vî karê ajantiyê yê PDK'ê û hişyarî da bû, ku PDK bi vî rengî hewl dide tevlîheviyê li herêmê derxîne.