Sivîlên ku hatibûn qetilkirin hatin veşartin

Cenazeyên 3 sivîlên ku ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatibûn qetilkirin, li Amêdiyê hatin veşartin.

Di êrîşa duh saet 11:00’an a balafirên şer ên Tirk a li ser gundê Eredina ya girêdayî bajarokê Qediş ê Amêdiyê de 3 sivîl hatibûn qetilkirin.

Cenazeyê Remezan Mihemed (64), Îsmaîl Hesen (56) û Dilovan Seleh (34) ên ji aliyê malabatê ve hatin girtin li Goristana Qedişê hatin veşartin.

Hate ragihandin ku Remezan Mihemed û Îsmaîl Hesen Pêşmege û Dilovan Seleh jî endamê PDK’ê ne.

Xizmên sivîlên hatine qetilkirin û gundî tevlî merasîma veşartinê bûn.