NÛ BÛ

Sisê Bîngol a 77 salî derket pêşberî dadgehê

Rûniştina darizandina Sisê Bîngol a 77 salî ku li Gimgimê bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hat girtin, îro pêk hat.

Sisê Bîngol a 77 salî, roja 6'ê Nîsanê li gundê Badan ê navçeya Gimgim a Mûşê di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin û dûre hatibû girtin. Rûniştina destpêkê ya darizandina pîra Sisê, îro li Dadgeha Cezayê Giran a li Edliya Mûşê destpê kir. 

Sisê Bîngol a 3 meh in li girtîgehê tê ragirtin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "alîkariya ji bo rêxistinê" hat darizandin.

Ji ber ku Bîngol bi Tirkî nizane, parastina wê hat tercûmekirin.

Di encama darizandinê de Sisê Bîngol hat berdan.