Sîrwan Bêlane: Bi fîlmên Tirkî derb li civaka Kurd tê xistin

Hunermend Sîrwan Bêlanê bal kişande ser metirsiyên fîlm û rêzefîlmên Tirkî li ser civaka Başûrê Kurdistanê û got; “Tirkiye ji bo derbê li destketiyên civaka Kurd bixe, fîlm û rêzefîlman weke amûrekê bi kar tîne."

Dewletên dagirker ên li ser Kurdistanê bi taybetî dewleta Tirk a faşîst bi domdarî bi rêya fîlm û rêzefîlman hewl didin siyaseta bişaftinê li ser gelê Kurd ferz bikin û heqaretê li civaka Kurd bikin. Ji ber ku di fîlm û rêzefîlmên xwe de bi ti şêweyî hebûna Kurd qebûl nakin û bi hemû şêwazê dijbertiya Kurdan dikin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku hefteya bihorî careke din bi rêya yek ji rêzefîlmên Tirkî ku têde bi gotina, “Em dadgeha bakurê Iraqê qebûl nakin û ev navçeyane milkê Tirkiyê ne û emê wana vegerînin ser Tirkiyê”, heqaret li hebûna statuya herêma Kurdistanê û hikumeta wê hat kirin. Ev ne cara yekem û ne ya dawî ye ku Tirkiye bi vî rengî heqaretê li destketiyên Başûrê Kurdistanê dike.

Têkildarê mijarê hunermendê navdar û Rêveberê Rewşenbîriya Hunerî ya Kerkûkê Sîrwan Bêlane ji ANF’ê re axivî.

‘FÎLM Û RÊZEFÎLMÊN TIRKÎ EXLAQÊ CIVAKA KURDÎ TÊK DIBIN’

Hunermend Sîrwan Bêlane ji bo metirsiya fîlm û rêzefîlmên Tirkî ya li ser civaka Kurd hişyarî da û got, “Em wek hunermendên Kurd ên Başûrê Kurdistanê me di çendîn konferans û civînan de behs kiriye ku fîlm û rêzefîlmên Tirkî bandoreke pir xirab hene û exlaqê civaka Kurdî têk didin. Em berdewam wan gotinan dibêjin û hişyariyan dikin, lê ti kes û alî guh nade metirsiyên li ser civaka me. Niha bêyî ku ti sansûrek hebe fîlm û rêzefîlmên Tirkî tên weşandin û mixabin ti aliyek hewl nade ku pêşiya wan fîlm û rêzefîlmên Tirkî bigire.”

‘BEŞEK JI KANALÊN TV JI ALIYÊ PARTIYÊN DESTHILAT VE TÊN RÊVEBIRIN’

Sîrwan Bêlane îşaret bi rolê wezareta rewşenbîrî ya ji bo pêşîlêgirtina wan cûre fîlm û rêzefîlmên ku zirarê didin civak, nirxên exlaqî û netewî yên Kurd kir û wiha pêde çû; “Wezareta rewşenbîrî çend caran hewl da ku sînorekê ji bo wan rêzefîlmên ku heqaretê li nirxên civaka Kurdî dikin diyar bike, lê serketî nebû. Ji ber ku beşek ji kanalên TV ji aliyê partiyên desthilat ve tên rêvebirin, yan jî kanalên taybet in, lewre wezareta rewşenbîrî nekariye kontrol bike.”

WELATÊN DAGIRKERÊN KURDISTANÊ BI RÊYA FÎLMAN HEQARETÊ LI KURDAN DIKIN

Hunermend Bêlane bal kişande ser rêbazên tedbîrgirtinê ya li hemberî wan rêzefîlm û fîlmên navborî û ragihand; “Pêwîste sîstem û planek ji bo pêşîgirtina li wan heqaretên ku li statu, çand û hebûna Kurdan dike hebe. Ji ber ku pir caran em dibînin ku bi rêya rêzefîlm û fîlmên Tirkî, Farsî û Erebî heqaretê li exlaqê civaka Kurd tê kirin û pir caran jî bi rêya karanîna çend ferasetan yên ji bo lewazkirina girîngiya statuya Kurdî, di aliyê siyasî de heqaretê li statuya herêma Kurdistanê dikin.”

‘FÎLM Û RÊZEFÎLMÊN TIRKÎ JI BO DERBE LI CIVAKA KURD BIXIN AMÛR IN’

Di dawiyê de Hunermend Sîrwan Bêlane wiha behsa erk û berpirsiyartiyên aliyên peywendîdar kir; “Welatên dijminê Kurdan bi zanebûn wan fîlman çêdikin û heta piştewaniya fînansî ji bo wan dikin, mixabin herêma Kurdistanê bê helwest e û bersivdayina wan a li hemberî wan fîlman pir cihê şermezariyê ye. Di roja me ya îro de fîlm ji bo pêşketina civakê û derbe li civakên ku dijberin amûre; lewma pêwîste wezareta rewşenbîrî li dijî wan fîlm û rêzefîlmên ku heqaretê li hebûn û destketiyên gelê Kurd yên ku bi xwîna şehîdan hatiye bidestxistin dike, rêbazeke pêwîst esas bigire.”